• Friday, 29 March 2024
logo

Berhemên Girê Mirazan li Muzexaneya Şûnwarnasî ya Rihayê tên parastin

Gulan Media September 15, 2021 Corane
Berhemên Girê Mirazan li Muzexaneya Şûnwarnasî ya Rihayê tên parastin

Li bajarê Rihayê Bakurê Kurdistanê di Muzexaneya Şûnwarnasî de berhemên dîrokî bi destê tîmên pispor têne parastin. Girê Mirazan di lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de cîh digire û wek navendeke geştiyariyê jî baê dîkşîne.

Berhemên bi hezar salan bi hestiyareke mezin wek ku dayikek zaroka xwe diparêze tên parastin.

Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê Muzexaneya Şûnwarnasî  di 2015an de hate vekirin û li vir berhemên dîrokî bi destê tîmên pispor tên paqijkirin, tên dermankirin da ku ji paşerojê re bîmînin. Li Muzexaneya ku 3 laboratuwarê wê  hene berhemên Girê Mirazan jî ku wek "Destpêka Dîrokê" tê naskirin û mozaîkên wêneyên jinên Amazonê ji aliyên timên pispor tên nûjenkirin û parastin.

Karmendê nûjenkirina berheman Tanju Yildirim dibêje: “Em destpêkê av û alkolê tevlîhev dikin û pê tebeqeya axa hişk nerm dikin. Piştre ew beşên ku nerm dibin, jê paqij dikin. Berhemên di destê me de nazik in û dibe ku zû bişkên. Ji ber vê yekê em bi awayekî hesas karê xwe birêve dibin û berheman nûjen dikin. Piranî em li ser beşê berheman ê ku zirar dîtiye kar dikin. Em dixwazin bi midexeleyeke kêm parastineke zêde bikin.”

Karmendê nûjenkirina berheman Ayşenur Çomlekçî jç got: “Dema berhemên nû tên muzexaneyê destpêkê em wêneyê wan digrin û tomar dikin. Bo me tomarkirin gelekî girîng e, bo ku em zanibin dema berhem hate vir di çi rewşê de bû, şikestî bû an yekpare bû. Piştre em belgeyên nûjenkirinê amade dikin. Her berhemek belgeyek wê heye û hemû agahiyên tên zanîn li ser belgeyê tên nivîsandin. Li gor van zanyariyan midexele tê kirin."

Ligel muzexaneya giştî Muzexaneya Haleplibahçe ya Mozaikan ku rûberê wê 5 hezar metrekare ye jî heye. Berhemên mozaîk ên Jinên Amazonê ku li cîhanê wek mozaikên yekemîn tên naskirin li wir tên nûjenkirin û parastin.

Rêvebirê Muzeya Şûnwarnasî ya Rihayê Celal Uludag diyar kir, berhemên ku ji vedanan hatin derxistin û li muzeyê tên pêşandin, divê ji nifşên nû re jî were hiştin û ji bo vê jî ev berhem li laboratuvaran bi destê kesên pispor tên kontrolkirin.

Celal  Uludag diyar kir ku di muzeyê de 3 laboratuvar hene, berhemên ku ji erdê tên derxistin pêşiyê li vê derê wêneyê wan tê tomarkirin û ev wêne wekî belge tên bikaranîn. 

Uludag wiha axivî: “Laboratuvarên Muzeya Şûnwarnasî ya Riyahê hem wekî ekîpman hem jî ji aliyê personelan ve têr û tije ye. Berhêmn ku têne vir li gor cisnê xwe, çawaniya xwe di van laboratuvaran de tên nûjenkirin û tomarkirin. Her wiha beriya ku bînin laboratuvarên me jî di cî de midaxale tên kirin. Bi taybetî midaxaleyên di cî de pir girîng in.”

Li Girê Mirazan ku di lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de cîh digire û wek Destpêka Dîrokê tê naskirin cara yekemîn 1963an de dest bi kolandinê hate kirin û ji 1995an pê ve Muzexaneya Rihayê û Wekfa Şûnwarnasî ya Alman-Berlîn bi hevre van xebatên kolandinê birêve dibin.

Herwiha Girê Mirazan wek navendeke geştiyariyê jî bal dîkşîne û ligel bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji gelek welatên din jî bi hezaran kes bi armanca dîtinê serdana vir dikin.

Rudaw

Top