• Thursday, 25 April 2024
logo

Şetrenc; Lîstikek naskirî ya 4 hezar salî

Gulan Media September 9, 2021 Corane
Şetrenc; Lîstikek naskirî ya 4 hezar salî

Ji bo geşepêdana zarokan cihekî sereke û girîng ê yariyan heye. di wan salên dawî de êdî li mekteban jî zêdetir giringî bi yariyan tê dan. Yek ji yariyên ku zarok dikarin gellek sûdê jê bibîbin Şetrenc e ku di heman demê de kesên temen mezin jî jê hez dikin û li seranserî cîhanê jî ev yarî tê naskirin.

Şetrenc yariyek e ku temênê wê zêdetir e ji 4 hezar salan, yarîyek ku weke stratejiyên şeran tê binavkirin. Li seranserê cîhanê tê naskirin û hindek welat jî giringiyeke taybet didin Şetrencê.

Zimannas dibêjin, binyata peyva strançê çartrang e , ku ew jî  di sankritî de tê wateya çarqol, çarling û çargoşe her dîsa îdaaya ew e ev nave jî sîstema çarqolî ya artêşa Hindistana  qedîm hatiye wergirtin. 

Filîz Mete, Rahênera Yariya Şetrencê li Enqere ya paytexta Tirkiyê dibêje: Li hindek tabletan nivîsiye ku beriya mîladê li Misrê yariyek hebûye û em ji nivîsan dizanin ku ew yariyeke weke Şetrencê bûye. Sala 700 ya piştî miladê pertûkek bi navê “Dîroka Şetrencê” hate nivîsîn. Di wê pertukê de  jî tê gotin ku ev yariye yekem car li Hindîstanê derketiye. Yarî li gorî sîstema artêşa Hindîstanê hatiye çêkirin. Artêşa Hindistanê; Fîl, Hesp, seyarên hespa û peyade bi giştî ji çar beşan pêk hatiye.”

Şetrenc ji aliyê du hevrikan ve tê leyiztin, her yarîzanekî 8 pîyon, 2 keleh, 2 hesp, 2 fîl, wezîrek û şahek bi giştî 16 berik hene. Hevrik li gorî pêngavên hevdû li ser stratejiyekê hewil didin ku hevrîkê xwe têk bibe, di Şetrencê de tiştê herî giring statejî ye û ku ew jî li gorî plansaziyeke serbazî tê dariştin.

Serokê Şaxa Enqerê ya Federasyona Setrencê û Hakem, Turgay Uslu dibêje: “Di vê yariyê de pîvanên cidî hene.  her tevgerek li ser depkê Şetrencê li gorî pîvan û mîzanekê tê kirin. yarîzan neçar e ku li gorî rê û rêbaz û pîvanan yariyê bileyze. Armanca sereke parastina şah e. pêwîste Şah nekeve bin metirsiyê. Eger gef li ser Şah hebe pêwîste yarîzan demildest Şah rizgar bike. Yan na dê yariyê ji dest bide.”

Di van salên dawî li gel gellek welatên cihanê li tirkiyê jî giringiye zêdetir bo Şetrencê heye, wezareta perwerdeya tirkiyê jî di planên xwe yên salane de êdî cih dide rahênana Setrencê jî.

Mustafa Erdem, Yarîzanê Şetrencê j diyar dike “Ez car car bi babê xwe re yariya Şetrencê dilîzim. Şetrenc yariyeke aqilane ye ku ez pir jê hez dikim. Min di 6 saliya xwe de dest pê kir. ez di pêşbaziyekê de min pileya 8 destxist û ez hatim xelat kirin.”

Li Enqereya paytextê Tirkiyê jî muzexaneyek taybet bi kelûpelên Şetrencê heye ku bi taybetî xwendekar û zarok gellek caran seredana vê muzaxeyê dikin, di muzexaneyê de heman demê car car pêşbaziyên Şetrencê jî tên kirin.

Ruzgar Ozkul, yarîzanê Şetrencê dibêje “Ez gellek ji Şetrencê hez dikim û di her derfetekê de jî ez vê yariyê dilîzim. Ez hevalên xwe jî fêrî Şetrencê dikim. Min bihîst ku ji 120 welatan 700 taximên Şetrencê hene min biryar da ez werim bibînim.”

Li Tirkiyê di heman demê de federasyonek bi navê Federasyıona Şetrencê heye û hersal şampîyonayek ji aliyê wê federasynê tê sazkirin.

 

Rudaw

Top