• Thursday, 25 April 2024
logo

Jan Dost li Stockholmê romana xwe ya nû nasand

Gulan Media September 6, 2021 Hunerî
Jan Dost li Stockholmê romana xwe ya nû nasand

Nivîskarê Kurd Jan Dost li Stokholma paytexta Swêdê romana xwe ya nû ya bi navê Destxeta Petersburgê nasand.

Hejmareke berçav ji nivîskar û wêjevanên Kurd beşdarî semînera Jan Dost bûn û bi pirsyarên xwe semîner dewlemendtir kirin û behsa romanê kirin.

Jan Dost ji K24ê re li ser romana xwe ya nû axivî û diyar kir: “Peyama romanê ew e ku xwînerên Kurd, bi taybetî yên vî zemanî, rewşenbîrên Kurd, li destxetên xwe xwedî derkevin. Beşek ji nasnameya Kurdî, beşek ji dîroka Kurdî belav e di pirtûkxaneyên cîhanê de, ev nasnameya me çawa em ê bi dest bixin, divê xort û keçên Kurd bi pey bikevin.”

Nivîskar Rohat Alakom jî li ser semînerê ji K24ê re destnîşan kir: “Mirov dikare bibêje di derbarê romannivîsînê de, derbarê berhemên romanê de, agahiyên biçûk jî hene. Tiştên wiha gelek baş in di navbera nivîskarên Kurd de, di navbera gel û nivîskaran de, bi vî awayî hişmendiya netewî jî pêşve diçe, hestên netewî pêşve diçe, mirov nivîskarên xwe nas dikin.”

Ji bo dewlemendkirina roman û pirtûkan, divê reklam jê re were kirin û rexnegir behsa romanê bikin, da ku di warê romanê de xwendevan zêde bibin.

Nivîskar Zinarê Xamo li ser vê mijarê diyar kir: “Divê rexnegirên Kurd hebin, bi Soranî, bi Kurmancî, bi Zazakî, bi Hewramî binivîsin û bidin naskirin, ji bo ku însan teşwîq bibin û bixwînin.”

Jan Dost ku xwedî çendîn roman û xebatên wêjeyî ye, bi mebesta nasandina romana xwe ya dawî, li ser vexwendina Pirtûkxaneya Kurdî ya li Stockholmê, ev semîner li dar xist.

 

K24

Top