• Friday, 19 April 2024
logo

Nivîskarekî Kurd ê li Stenbolê di proseya pandemiyê de di ser medyaya civakî re helmeteke da destpêkirin. author_image Ercan Dag

Gulan Media September 6, 2021 Hunerî
Nivîskarekî Kurd ê li Stenbolê di proseya pandemiyê de di ser medyaya civakî re helmeteke da destpêkirin. author_image Ercan Dag

Nivîskarekî Kurd ê li Stenbolê di proseya pandemiyê de di ser medyaya civakî re helmeteke dide destpêkirin û ji bo feqîr û xizanên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê banga seferberiya alîkariyê dide destpêkirin. Bi banga nivîskarê Kurd, deynê ji zêdeyî 11 hezar malbatan ku 5 milyon lîreyê Tirkiyeyê ne, hatin dayîn.

Li Tirkiyê kêşeya aborî ku di proseya pandemiyê de wek kêşeyeke sereke ya di rojeva civaka vî welatî de cih digire bi zêdebûna rêjeya enflasyonê ev kêşe mezintir dibe û barê xelkê jî girantir dibe.

Ji ber zêdebûna bêkarî jî gelek malbat dikevin tengasiyê û nikarin heqê av, ceyran û gaza sirûştî ya mala xwe bidin.

Nivîskarê Kurd Îlhamî Işık ku di medyaya civakî de bi deh hezaran şopînerên wî hene bi rêbazeke serincrakêş hewla çareserkirina vê kêşeyê dide. Işik di proseya pandemiyê de fatûrayên ku xelk jê re dişîne li ser hesabê xwe yê twitterê belav dike û kesên xêrxwaz jî alîkariyê dike bi vî awayî deynê ji zêdeyî 11 hezar malbatan tê dayîn.

Îlhamî Işik ji K24ê re diyar kir: “Di proseya koronayê de hejmara feqîran û pêdiviya wan kesan gelek zêde bû. Li gel zêdebûna bihayên kelûpelan û faturayan xelk gelek zehmetî kişand. Ji ber van zehmetiyan nikarin heqê av, ceyran û yên din bidin. Me di 3 salan de deynê 5 milyon lîreyê Tirkiyê yên 11 hezar malbatan da razandin.”

Ew deynên bi mehan ser hev de kom bûn e bi vê helmeta balkêş tên dayîn û gelek malbat ji bareke giran tê xelaskirin.

Işik destnîşan kir: “Zêdetir ji Stenbol û Diyarbekir fatura tên şandin. Li dû van jî Riha, Wan û bajarên din yên Kurdan tên şandin. Bifikirin dê û bavekî ku ketiye derdê deynê av û ceyrana mala xwe û difikire ka ew ê çawa vê deynê bide, ev ji wan re bûye tirs û ev tirseke pir mezin e. Ji vê tirseke mezin nizanim heye nîne bo malbatekê.”

Li gor lêkolîneke ji aliyê zankoya li vî welatî ve hatiye kirin ji her 10 hemwelatiyan 7 kes nikarin debara mala xwe bikevin û ji aliyê aborî ve zehmetiyan dikêşin.

 

K24

Top