• Friday, 29 March 2024
logo

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Tebaxê 31 jin hatine kuştin

Gulan Media September 5, 2021 Civakî
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Tebaxê 31 jin hatine kuştin

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Tebaxa 2021ê de 31 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 21 jin jî bi awayekî biguman mirî hatine dîtin.

“Platforma Em dê Kuştina Jina Rawestînin”, rapora xwe ya meha Tebaxê eşkere kir.

Platforma Em dê Kuştina Jina Rawestînin, di rapora xwe de dibêje: “Vê mehê 31 jin hatine kuştin, 21 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin. Ji 31 jinan 17ê wan nehatiye zanîn ku bi çi hincetê hatine kuştin. 13 jî bi hinceta, xwestine dest ji hevjînê xwe berdin, zewac qebûl nekirine, li hev hatin qebûl nekirine û têkiliya taybet qebûl nekirine hatine kuştin û yek jî ji ber sedemên aborî hatiye kuştin. Tespîtnekirina hinceta kuştina 17 jinan encama nedîtina tundûtujiya dijî jinan û kuştina wan e. Heta neyê tespîtkirin jin ji ber çi hatine kuştin, darazeke dadmendane neyê pêk anîn, tawanbar û kujer cezayên pêwîst nestînin û tedbîr neyên wergirtin dê tundûtujî berdewam be.”

Li gor raporê 6 jin ji aliyê mêrê xwe ve, 5 jin ji aliyê mirovên xwe ve, 4 jin ji aliyê mêrên xwe yê berê ve, 4 jin ji aliyê bavê xwe ve, 3 jin ji aliyê nasên xwe ve, 3 jin ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji ber qebûlnekirina zewacê ji aliyê zilamekî ve, jinek ji aliyê dergîstiyê xwe ve, jinek ji aliyê birayê xwe ve, jinek ji aliyê zilamekî ku nasnake û jinek jî ji ber qebûlnekirina axaftina bi zilamekî re hatine kuştin. Jinek jî nehatiye zanîn ku kujerê wê nasê wê ye an kesekî din e.

Ji 31 jinên ku hatine kuştin 22 li mala xwe, 3 li cihekî xewle, 2 li nav kolanê, yek li nav erd, yek li cihê kar, yek di minibusê de û yek jî li baxçeyê mala xwe hatiye kuştin. Dîsan ji 31 jinan 19 bi çek, 9 bi amûrên tûj û 3 bi rêya xeniqandinê hatine kuştin.

 

Rudaw

Top