• Friday, 19 April 2024
logo

Karkirina zarokan li Hesekê zêde bûye

Gulan Media September 4, 2021 Civakî
Karkirina zarokan li Hesekê zêde bûye

Ofîsa Parastina Zarokan li Rojavayê Kurdistanê ragihand, diyardeya karkirina zarokan û herweha zarokên li kolanan, bi awayekî berçav li Hesekê zêde bûye û roj bi roj ew diyarde zêdetir dibe.

Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan Xalid Cebir dibêje, pêwistiya wan bi alîkarî û hemahengiya rêkxistinên navdewletî heye, da ku vê diyardeyê nehêlin.

Xalid Cebir herweha dibêje, ku xerabiya rewşa darayî ya beşeke ji malbatan, bûye sedem ku zarok neçar bibin, biçin kar bikin, niha beşek ji malbatan ji ber hejariyê, amade ne zarokên xwe li şûna dibistanê bişînin kar.

Karkirina zarokan ji ber hejariyê di demekê de ye, ku li gorî raporeke Neteweyên Yekgirtî, ji %60 ya xelkê Sûriyê, wate nêzîkî 1.2 milyon kes nikarin xwarina pêwist bidest bixin.

Rudaw

 

Top