• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Bakurê Kurdistanê rewşa xwendina Kurdî

Gulan Media September 1, 2021 Hunerî
Li Bakurê Kurdistanê rewşa xwendina Kurdî

Beşên Kurdolojiyê li Zanîngehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, weke berhemê pêvajoya aştî û çareseriyê hatin vekirin. PKK'ê şer rawestandibû û hikûmeta AK Partiyê jî rê li pêşiya zimanê kurdî vekiribû.

Ji van zanîngehan heta niha zêdetirî 3 hezar xwendekar der çûne. Lê ji vê hejmarê tenê 108 kes weke mamoste hatine tayînkirin.

Di sala 2010'an de ku ew dem jî di navbera herdu aliyan de pêvajoya diyalog hebû, li Artukluya Mêrdînê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hate vekirin.  Piştre li zanîngehên Çewlik, Alparslana Mûşê, Mûnzira Dêrsimê, Dîcleya Amedê û Yuzunciyila Wanê beşên kurdî hatin vekirin. Li van zanîngehan hem bi Kurmancî û hem jî bi Zazakî perwerdehiyê dest pê kir. Keç û xortên ku eleqeya wan bi Kurdî re hebû, qefle bi qefle tevli azmûnên Kurdî dibûn. Tenê ji bo Artukluyê di carekî de nêzî 3 hezar kesan serî li beşa ziman û wêjeya kurdî dan.

Hîndekarê Zanîngeha Artukluyê Hayrullah Acar dibêje “Di pêvajoya aşitiyê de rewaceke mezin li ser Kurdolojiyê hebû. Belku bi hezaran serlêdan bo enstîtuyê dihate kirin. Di nava van 2-3 hezar kesan de me 250 kes digirt. Kesên bijarte derdiketin meydanê.”

Mamosteyê Kurdî li Artukluyê Kenanê Nado got “Di ezmûnan de hem kontejan zêde bûn hem jî yên ku di hatin serî lê didan gelek zêdebûn. Hejmar bi hezaran bûn. Wek mînak di sala 2012an de, wextê ku mastera bêtez vebû gotin ev xwendekarên ku derbiçin, wê bibin mamosteyên Kurdî li dibistanan.”

Alîkarê Serokê Zanîngeha Dîcleyê Osman Aslanoglu dibêje “Hêviya miletê hîn zêde bû, beş ku vebûn, xwendekar hatin, mamoste wê zêde bibin, mamostetiya Kurdî wê çalaj bibe, di warê zimanê Kurdî de hinek kesên ku perwerde bûne, xebatên wan hene dê werin îstîxdamkirin. Bi vî awayî hinek destpê kir, nîvcû ma.”

Di dawiya sala 2014'an de atmosfera siyasî ya aram cihê xwe ji şer û pevçûnan re hişt. Teqînên di mitîngên HDP'ê de, aloziyên di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de, destpêkirina şerê nava bajêran û operasyonên artêşa Tirkiyeyê li hemberî PKK'ê bandoreke xirab li ser xwendina Kurdî jî kir. Saziya Bilind a Xwendinê YOK gav bi gav bi biryarên nû beşên Kurdî lawaz dikir. Eleqeya xwendekarên Kurd jî her ku diçû kêmtir dibû.

Hîndekarê Zanîngeha Artukluyê Hayrullah Acar got jî “Di hin beşên din de kêmtir daxwaza kontejanan dikin, lê YOK ji wan re zêdetir kontejan vediqetîne. Lê em daxwaza kontejanên zêdetir dikin, kêmtir bersivê didin me. Ev jî li gor siyaseta demê guherbar in.”

Mamosteyê Kurdî li Artukluyê Kenanê Nado dibêje “Di salên geş de bi rastî zêde bûn. Bi taybetî yên mastera bêtez kontejanên wê gelek zêde bûn. Di sala ewil de heta ji 500 destpê kir, paşê 250, 100 û her ku çû ket. Di sala 2021an de bo mastera bêtez biryar li ser 30 hatiye girtin. Lê di lîsansê de diwan salên deş de nêzîkî 40 kesan kontejan didan, niha ew jî daketiye 25an.”

Hîndekarê Zanîngeha Artukluyê Osman Aslanoglu Hayrulah Acar got “Li Mêrdînê doktora sekinî, li vê derê doktora heye, lîsansa bilind heye lê lîsans tine.”

Piştî hewlên derbeya 15'ê tîrmeha 2016'an a li Tirkiyeyê, rêjeya kontenjanên van zanîngehan ji sedî 80 hate daxistin. Li hin zanîngehan hejmara xwendekarên lîsansa bilind ji 250 kesan daket 60 kesan. Beşên lîsansê ji nîvî zêdetir daket. Hejmara xwendekarên lîsansa bilind a bi tez, bêtez û xwendekarên doktorayê bêkar man. Hêviyên kesên beşên lîsansê û masterê qedandin jî roj bi roj çilmisîn.

Derçûyê Kurdî li Zanîngeha Artukluyê Giyan Hebîb got “Di sala 2018an de ev ji zanîngehê derçûm û piştî salekê ez di heman beşê de min li Mêrdînê dest bi masterê kir. Jixwe tayîna me derneket. Niha ez li pirtûkxaneyekî dixebitim.”

Derçûya kurdî li Zanîngeha Çewlikê Zeynep Sultan Atli dibêje “Di 2018 û 2019an de min beşa Kurdî qedand û piştî wê min yekser dets bi masterê kir û niha jî xwendekariya min didome, li ber teza xwe me, teza min biqede ez ê ji masterê jî derbiçim. Lê ji xeynî masterê min karekî din nekir, ji ber kir ku di warê Kurdî de tayîn jî çênebûn.”

Derçûyê kurdî li Zanîngeha Artukluyê Emîn Ay got “Piçek be jî hêvî heye, jixwe li gorî wê hêviyê em hatin vê derê û nebe jî em dikarin bi serê xwe jî xebatan bikin, ne tenê em wezîfedar bibin an jî bibin mamosteyê MEBê. Her Kurd dikare li mala xwe di qadeke din bixebite Kurdî geştir bike.”

Li 6 zanîngehên ku xwendina kurdî bi şêwezarê kurmancî û zazakî berdewam dikin, heta niha ji 3 hezarî zêdetir xwendekar der çûne. Lê ji vê hejmarê heta niha tenê 108 kes weke mamoste hatine tayînkirin.

 

Rudaw

Top