• Wednesday, 17 April 2024
logo

Li Tirkiyê agir gihişt cihên niştecihbûnê

Li Tirkiyê agir gihişt cihên niştecihbûnê

Ev çend roj in agir bi beşek ji daristanên parêzgehên Antalya, Mersin, Edene û çend parêzgehên din ên Tirkiyê dikeve û  berdewam e. Serokê CHPê jî bi guman e ku ev şewat di encama sabotajê de derketibin.

Wezîrê Kiştûkal û Daristanan ê Tirkiyê Bekir Pakdemirli li ser şewata daristanan îro di konfiranseke rojnamevanî da ragihand ku di 2 rojên dawî de li çendîn parêzgehên Tirkiyê  rûdanên agir zêde bûne û hewlên wan ên bo vemirandina wan şewatan berdewam in.

Bekir Pakdemirli, Wezîrê Kiştûkal û Daristanan ê Tirkiyê, dibêje, “Di rojên 28-29ê Temuzê li 13 parêzgehan bi giştî 41 rûdanên şewata daristanan qewimîne. Ji wan 31 rûdanên agir hatine kontrol kirin û kar ji bo kontrolkirina 10 agirên din berdewam dibin. Bi rêya bikaranîna 3 firokeyan, 29 helîkopter, 458 otomobîlên agir vemirandinê û hezar û 832 karmendêm agir vemirandinê karmendên agir vemirandinê hewla vemiriandina gir didin.”

Bi bandora bayê Agir herku diçe rûberek berfirehtir digire û xwe digehîne cihên niştecihbûnê.

Li taxa Kalemler a ser bi navçeya Manavgat ya Antalya ve ku di encama agir de ziyan pêketiye, beşek ji ajel, xanî û axurên jî jinav çûne. Wezîrê Jîngeh û Bajaravaniyê yê Tirkiyê û şanda li gel hewla diyarkirina zirar û ziyanên xelkê didin.

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu jî li ser bûyerên agir îro di Twetekê de guman li wê yekê dike ku ew agir bi qest hatibe derxistin û dibêje, “Niha jî ji Marmarîsê nûçeyên agir tên. Ma ev sabotaj e, dewlet dê helbet vê yekê tespît bike, helbet dê hesaba daristanên me, welatiyên me yên ku canê xwe ji dest dane, karmendên me û candarên li van daristanan dijîn bê pirsîn. Em di vî warî de hemû yek in û yek dil in. Bila ev wiha bê zanîn!

Kemal Kilicdaroglu, Serokê CHPê, dibêje, “Niha jî ji Marmarîsê nûçeyên şewatê tên. Gelo ev sabotaj e, dewlet dê helbet vê yekê tespît bike, helbet dê hesaba daristanên me, welatiyên me yên ku canê xwe ji dest dane, karmendên me û candarên li van daristanan dijîn bê pirsîn. Em di vî warî de hemû yek in û yek dil in. Bila ev wiha bê zanîn!"

Li gor amarên ku Wezîrê Kiştûkal û Daristanan ê Tirkiyê belav kirine ji ber agir heta niha li navçeya Manavgat a Antalaya 18 gund û tax, li navçeya Kozan ya Edenê 6 gund û li navçeya Aydincik a Mêrsînê jî 5 gund hatine vala kirin.

 

Rudaw

Top