• Thursday, 28 March 2024
logo

Biden: Her Amerîkiyê vaksîn bibe dê 100 dolarî werbigre

Biden: Her Amerîkiyê vaksîn bibe dê 100 dolarî werbigre

Serokê Amerîkayê Joe Biden pêşniyarek daye berpirsên navxwe û hikûmetên xwecihî yên welatê xwe ku aramnc jê handana welatiyan e ji bo ku vaksîna Covid-19 werbigrin, pêşniyar jî ev e ku li beramberî wergirtina vaksînê weke diyarî 100 dolar bidin wî kesî.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê ragihand, serok daxwaz ji wilayet û navçe û hikûmetên xwecihî kir ku 100 dolarî bidin her amerîkiyekê ku vaksîna koronayê werdigirin, ev jî bi armanca zêdekirina rêjeya vaksînkirinê, parastina civakan û rizgarkirina jiyana xelkê.

Wezareta Xezîneyê amadebûna xwe jî nîşan daye ku alîkariyên teknîkî yên pêwîst pêşkêşî wilayetan û hikûmetên xwecihî bike, daku bi awayekî bibandor alîkariyên darayî ji bo vaksînkirina welatiyan bikar bînin.

Dayîna wê alîkariya darayî bi xelkê di demekê de ye, ku proseya vaksînkirinê li Amerîkayê sisit bûye, li aliyekî din di wan rojên dawî de hejmara pêketina bi Covid-19 li wî welatî careke din zêde bûye.

Herwiha biryar e Joe Biden hinek rêkarên din ragihîne, ji wan jî pêşandana belgeya bikaranîna vaksîna Coronayê bo hemû karmendên hikûmetê, bikaranîna maskê û sînordarkieina geştkirinê.

Ev pêngava Biden di demekê de ye ku varyana Delta ya Covid-19 bi rêjeyeke berçav li welat belav bûye.

Koşka Spî daxwaz ji welatiyên Amerîkayê dike ku ewên heta niha xwe vaksîn nekirin, biçin û vaksînê werbigrin.

Ji 330 milyon nişteciyên Amerîkayê heta niha nêzîkî 164 milyon kes vaksîna dijî coronayê wergirtine.

Li gor Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina li Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC), %99.2 ji amerîkiyên ku bi pêketina bi Covid-19 dimirin, vaksîn li xwe nedane.

Serokê Amerîkayê daxwaz ji karmendên federalî jî kiriye ku vaksîna Covid-19 werbigrin û pabendî rêkarên xweparastinê bibin.

 

Rudaw

Top