Li Efrînê grûpeke çekdar fermandarekî xwe desteser kir
Firqeya el-Hemzat a girêdayî ya Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê fermandeyekî xwe yê pilebilind jikar dûrxist û desteser kir. Dahata talankirina mal û milkê Efrîniyan yek ji nakokiyên nav wê grûpê bû.
Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê Rûdawê re got, nakokî di navbera her yek ji Ramî el-Betran, naskirî bi Ebû Cabir, û Mutaz El-Ebdulla, fermandarê Lîwaya el-Xab de derketibû.
Li gorî heman çavkaniyê, nakokî li ser dabeşkirina pereyên ku ji Lîbyayê hatine û dahat talankirina mal û milkê Efrîniyan bûye.
Ji encama nakokiyê, hêzeke mezin a grûpa Hemzat avêtiye ser rêbend û binkeyên ser bi Mutaz Ebdula ve û ew û hejmarek ji çekdarên wî girtine û du birayên wî jî reviyane û xwe li Ebû Emşe li bajarokê Şiyê girtine.
Mutaz el-Ebdula
Ji xelkê Deşta Xabê ya Hemayê ye
Fermandarê Lîwaya el-Xab e
Ew lîwa beşeke ji Firqya el-Hemze
10 gundên Efrînê li jêr desthilata wî bûn
Dest daniye ser 50.000 darzeytûnên gundiyan
Dest daniye ser dehên malên welatiyan
Ebdulrehman Korejo, çalakvanê siyasî ku dosyeya desteserkirina mal û milkê xelkê li ser destê Mutaz el-Ebdullah bi hûrgilî şopandiye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ev girtin tenê şanogeriyrk e ji bo spîkirina rûyê Tirkiyê.
Ebdulrehman Korejo, Çalakvanê Siyasî, got, “Tiştên li Efrînê dibin gelek xerab in, milkê xelkê, erdê xelkê venagerînin.”
Çavkaniyeke taybet ji gundê Maratê ji Rûdawê re aşkere kir ku Mutez el-Ebdula, biryar dabû ku 8 dolar wekî bac li ser her darzeytûnekê ji darên Efrîniyên ku li navçeyên li jêr destê hikûmetê yan jî Rêveberiyê ne ferz kiribûn. Her wiha biryar da bû ku eger ev bacherî zû neyê dayin ew ê dest dane ser darzeytûnan wan.
Rudaw