• Tuesday, 14 May 2024
logo

Komarî daxwaz dikin Biden dawî li êrîşên mûşekî yên milîsan bîne

Komarî daxwaz dikin Biden dawî li êrîşên mûşekî yên milîsan bîne

Komariyên Amerîkayê guvaşên li ser Serokê Amerîkayê Joe Biden zêde kirine daku bersiveke dijwar bide wan êrîşan ku li Iraq û Sûriyê bo ser hêzên Amerîka û berjewendiyên wî welatî tên kirin.

Di dema borî de çend caran bi mûşek û droneyan êrîş bo ser balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê û binkeyên serbazî yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê hatine kirin ku Amerîka jî dibêje hêzên nêzîkê Îranê wan êrîşan dikin.

Di dema yek hefteyê de şeş êrîşên bi mûşek û dronan bo ser hêzên Amerîkayê li Iraq, Herêma Kurdistanê û Sûriyê hatine kirin, ji wan êrîşeke mûşekî bo ser Binkeyê Serbazî yê Eyn El-Esed û herwiha êrîşa roja Sêşemba borî ku bi dronê bo ser Firokexaneya Hewlêrê hat kirin.

Senatorê Komarî û Endamê Lijneya Serbazî ya Encûmena Pîran, Jim Inhofe dibêje, çênabe îdareya Koşka Spî bi ti awayekî çavê xwe li ber êrîşên mûşekî yên milîsên nêzîkî Îranê bigre ku li Iraqê bo ser Amerîkiyan tên kirin.

Herwiha daxwaz dike Koşka Spî stratejiyeke rast bo bidawîanîna wan êrîşan peyrew bike ne bersiveke biçûk a êrîşan bi êrîşkirina ser bazgehekî.

Ew senatorê Amerîkî dibêje, nabe Amerîka êrîş li beramber êrîşê pêk bîne, ji ber ev yek dawiyê li êrîşan nayîne, lê divê bi awayekî kar bike ku dawiyê li çavkaniya êrîşan bîne.

Lê Senatorê Demokrat Chris Van Hollen dibêje, ew desthilata Serokê Amerîkayê nîne êrîşeke berfireh bibe ser milîsên nêzîkî Îranê, ji ber êrîşeke wiha pêdivî bi razîbûna Kongresê heye.

Berpirsê Berê yê Polîtîkayên Rojhilata Navîn li Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, Mich Milray jî di vê baweriyê de ye ku Îran bi vî awayî xwe li pişt wekîlên xwe yên şerker vedişêre, lewra divê Biden eşkere bo Îranê îsbat bike ku Îran nikare ji pişt wan hêzan êrîş bike.

 

 

Rudaw

Top