• Friday, 19 April 2024
logo

Li Rihayê du xwişk xeniqîn

Li Rihayê du xwişk xeniqîn

Li parêzgeha Rihayê Bakurê Kurdistanê du xwişkên ku dixwestin di bendava Ataturk de avjeniyê bikin xenîqîn.

Bûyer îro di demjimêrên nîvro de li taxa Çatak ya ser bi navçeya Hewag ya Rihayê qewimî. 

Li gor agahiyan herdu keçên ji malbata Erdem, Buşra Erdem (16) û Kubra Erdem (15) çûne seyranê û piştî seyranê xwestine di Bendava Ataturkê de avjeniyê bikin, lê piştî demekê ew di bendavê de ji ber çavan winda bûne. Bavê wan Mehmet Erdem jî ji bo dîtina herdu keçên xwe, dikeve bendavê lê wan nabîne û agahiyê dide jendermeyan.

Li ser agahdarkirina Mehmet Erdem tîmên Jendermeyan gihan cihê bûyerê û termê herdu xwuşkan ji bendavê derxistin. Cenazeyê wan xwişkan ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve ji ber karûbarên otopsiyê  bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê hatin veguhastin.

Hate ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatine destpêkirin.

 

Rudaw

Top