• Sunday, 24 November 2024
logo

Malbata Emîn Îsa: Kurê me bi dijwarî hatiye îşkencekirin

Malbata Emîn Îsa: Kurê me bi dijwarî hatiye îşkencekirin

Piştî daxuyaniya malbata Emîn Îsa îro pizîşkê ku li ser termê wî rawestiya bû û kontrol kiribû beşdarî konferanseke rojnamevaniyê bû, li gor gotina pizîşkê ku termê wî kontrol kiribû, ti asarên îşkenceyê laşê Emîn Îsa nebû û got, mirina wî ji ber nezîfa xwînê bû, rijîna xwînê jî ji ber celteyê bû.” Li aliyê din malbat jî dibêje ku Emîn Îsa bi îşkenceyê hatiye kuştin.

Zincîreke ji wêneyan dilêş, di dema radestkirina termê kurên xwe bi mobailên xwe girtine.

Emîn îsa Emîn yê 35 salî ku ji bajarê Hesekê ye di 22 meha 5 de ji aliyê asayîşa rojavayê Kurdistanê ve tê girtin, û di 28 vê mehê de, malbata wî termê wî ji nexweşxaneya gel a bajarê Hesekê tîne.

Hejar Emîn, pismamê Emîn Îsa dibêje “Em aniha amadene ku gora lawikê xwe vekin. En dixwazin lijneya Tibî û ya civakî amade bin. Dadgeh hene, em dewleteke qanûnî ne. Gava dewlet rêzê li qanûnên xwe negre, em ê çi hêviyê ji wê dewletê bikin?”

Emîn ku bavê dû zarokên 9 û 11 salê ye û nivîsîngeha wî ya kirîn û firtona xaniyan heye, ji bo ku bibe şahid halê dozek gendeliyê hatibû birin lê bi mirîtî vedigere, malbata wî jê dibêje bi tundî hatiye îşkencedan.

Ana Emîn, hevjîna Emîn got “ di 22ê meha 5an de wî birin. Heta 38 rojan li min venegeriya.”

Emîna Sînan, diya Emîn dibêje “wî nîşanî min nedan, nehiştin ez wî bibînim. Ji min re gotin lê nenêre, pirî ku lê îşkence kiribûn.”

Rêveberiya Xweser red dike û dibêje ku wî bi celtayê jiyana xwe ji dest daye dema ku li cem wan girtî bû, pizîşka dadweriyê di konfiranseke rojnamevanî de, raporta xwe belav kir ku roja 28 mehê, yekê nîvro ew pişkinên kiribûn.

Pizîşk Mihemed Ehmed Xelef jî wiha dibêje ku asarên îşkenceyê li ser laşê Emîn Îsa tinebûye.

Demjimêr yek ew pişkinîn kirine lê êvarî radestî malbara xwe tê kirin, wan çend demjimêran li ku derê bû ti kesî bersiva me neda.

Yek ji bûyerên bi nakok û ne zelal yên rojavayê kurdistanê tê dîtiin ku karvedanên cûda bi dû xwe ve aniye. Malbata Emîn daxwaza avakirina komîteyekê jibo vekirina gorê û dadgehkirina dikin, û niha bi rêveberiya xweser gotûbêj derbarê vê yekê tê kirin.

 

Rudaw

Top