Wezîrê derve yê Îsraîlê çû Îmaratê
di destpêka îsal de têkiliyên xwe normal kiribûn.
Îro sêşemê serdana Îmaratê kiriye.
Wezîrê derve yê hikûmeta nû ya Îsraîlê Yair Lapid îro sêşem serdana Îmaratên Yekgirtî yên Erebî kir.
Di serdana han de vê Yair Lapid li gel rayedarên Îmaratê bicive û derbarê têkiliyên navbera Îsraîl û Îmaratê û rewşa deverê de giftûgo bike.
Ev yekem serdana wezîrê derve yê Îsraîlê ye bo welatek ji welatên kendavê.
Weke tê zanîn di destpêka îsal de çend welatên Erebî yên deverê rêkeftina normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê îmze kiribûn.