Li Efrînê di 6 mehan de 303 kes hatin girtin
Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji destpêka 2021ê ve heta niha 303 kes hatine girtin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku ji destpêka sala 2021ê ve hate niha, 303 kes, ku navên wan hatine belgekirin, li ser destên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê hatine girtin.
Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, li Herêma Efrînê, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, di girtin û revandina xelkên sivîl de, berdewam in.
Hejmara girtiyên ku navên wan hatine belgekirin:
Çileya 2021ê, 90 kes
Sibata 2021ê, 77 kes
Adarê, 58 kes
Nîsanê 16 kes
Gulanê 17 kes
Hezîranê jî, heta 22yê mehê, girtina 45 kesan hatiye belgekirin.
Her li gorî zanyariyên Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ji 18yê Adara 2018an ve, girtina 7 hezar û 433 kesan li Efrînê hatiye belgekirin.
Ji wan 137 kes li jêr îşkenceyê canên xwe jidest dane.
5 hezar û 100 kes ji wan hatine berdan, lê çarenivîsa girtiyên mayî li cem çekdaran, ne diyar e.
Rudaw