• Friday, 29 March 2024
logo

Falih Feyaz ên dijî Heşdî Şeibî wek dijmin pênase dike

Falih Feyaz ên dijî Heşdî Şeibî wek dijmin pênase dike

Serokê Desteya Giştî ya milîsên Heşdî Şeibî gefxwarin û neyarên milîsên Heşdî Şeibî wek dijmin pênase kir.

Serokê Desteya Giştî ya milîsên Heşdî Şeibî Falih Feyaz ragehand: ‘’Heşdî Şeibî mil bi mile hêzên ewlehiyê parastina nirxên Iraqê dike û herdu alî jî yek tişt in.

Falih Feyaz di gotarekî merasîma taybet a 7.mîn salvegera damezrandina Heşdî Şeibî de ragehand: ‘’Heşdî Şeibî saziyekî fermî ye û rêz li merciyê digre û pîroze.’’

Serokê Desteya Giştî ya milîsên Heşdî Şeibî  red kir ku milîs bargiranî bin li ser dewleta Iraqê û ragehand: ‘’Berevajî wê Heşdî Şeibî garantiya mayîna dewleta Iraqê ye.’’

Falih Feyaza got, me hişyarî daye dijminên xwe, ku Heşdî Şeibî şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê kiriye. ‘’Naha zêdetir amadeye bo şerê mezintir û ti demekê jî jinavnaçe.’’

Serokê Desteya Giştî ya milîsên Heşdî Şeibî amaje bi wê yekê jî kir, ku eger Heşdî Şeibî wek milîs pênase jî bikin, ti welatek nikare pêwendî û hemahengi di ti warekî de li gel Iraqê bike. Em parazvanên Iraqê ne.

Piştî şikesta artêşa Iraqê ya li hember DAIŞê, merciya bilind a şieyên Iraqê Ayetulla Elî Sîstanî fetwaya ava kirina Heşdî Şeibî da.

Top