• Thursday, 18 April 2024
logo

AGIRÎ - Li gund zêr kana zêr hat dîtin, lê gundî gilîdar in

AGIRÎ - Li gund zêr kana zêr hat dîtin, lê gundî gilîdar in

Li gundê Melleqerê yê bi ser navçeya Giyadîna Agirîyê ve di kanek de zêr hatiye dîtin û projeya berhemanîna zêran destpêkiriyê, lê xelk gund di şûna ku şa bibin ji rewşê, gilîdar in.

Li Gundê Melleqerê yê bi ser navçeya Giyadîn di van rojên dawiyê de liv û tevgerek ji bo derxistina zêran destpê kiriye. Zozan û geliyên ku bi salane lê pez û dewarên gund diçeriyan, niha dengê dozer û qirederan olan didin û sondaj ji bo derxistina zêran dadikevin qewriya gelî.

Wezîrê pîşesazî û Teknolojiyê yê Tirkiye Mustafa Varank eşkere kirî bû ku di kana zêran a gundê Melleqerê de ji aliyê fona spartine ya bimeya teserûfê  ve rezervek ku 20 ton zêr tê de ye hatiye tesbîtkirin û dahata wê ye ji bo Tirkiyê 1.2 milyar dolar dibe.

Cîgirê Mixtarê Gundê Melleqerê Dewrêş Daştan ji Rûdawê re got: “Navê vê mintiqe ya zêr tê de hatiye dîtin em jêre dibêjin Jehrî. Mena gundê me ev der bû, niha êdî ketiye destê dewletê, êdî pez û heywan jî nikarin werin vê derê, em jî nikarin heywanan xwedî bikin. Debara me jî nabe, divê dewlet ji me re çareyekî bibîne.”

Wezîrê Enerjî û Çevkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Fatih Donmez jî eşkere kir ku ji 2005an vir ve bo dîtina vê yedeke kar dihatin kirin  û di kane de bi bihayê 1.2 milyar dolarî 20 ton zêr û bi bihayê 2.3 milyon dolarî jî 3 ton û nîv  zîv hatiye tesbîtkirin.Tevî vê yekê şênîyên gundê Melleqerê bêhêvîn e, û ew  nizanin ku dê dahata vê kanê ji wan re çi be jî ber wê, ew ji dewletê daxwaza zelalkirina rewşa xwe dikin.

Xwedî pez û dewaran Yakup Daştan jî got: “Kesekî ku pêşengî bikin herin cem walî û qaymeqam û dengê me bigihînin Serokkomar bêjin ev gund ajelvanî dikin û ajelvanîya gund ji dest diçe tune. Nizanim ditirsin çi dikin nizanim.”

Ajelvan Mehemt Ziya Çiftçî jî dibêje: “Me pez û dewar xwedî dikirin, lê mixabin ew jî ji destê  were girtin em xilas dibin. Çimkî mena me, erde me ji destê me derdikeve,  erd xirab dibe.”

Ajelvan Sidik Dogan jî wiha axivî: “Yan dê ji me re gundek bistînin û me hemû pêkve jê derkevin herin û  gund dê ji wan re bimîne, yan jî bila ew derkevin û herin.”

Ajelvan lfet Kaymak jî got: “Ne heqê xwe, zar û zîçên xwe, heywanên xwe me hiştiye hêvîya rebê alemê û li hêvîya Qurana çevbelek û li hêvîya Pêximber Aleyhiselam re hiştiye, rebê alemê înşelah vê heqê me li erdê nehêle.”

Ji bo berhemanîna zêran dewlet bi projeyek bi 160 milyon dolar xercî xîmê tesîsek daniye û berhemanîna rasterast dê dawiya 2022an destpê bike û bi giştî zêdetirî 2 hezar xelkên Agirî werin istihdamkirin û tê pêşbînîkirin ku emrê vê rezerva zêran dê 6 sal bin û herwaha di mintaqayê de ji bo dîtina yedekên din a zêran lêgerîn berdewam in.

 

Rudaw

Top