Ciwan Rojbeyanî: Eger rewşa navçeyên Kurdistanê neyê çareser kirin divê hemû partî helbijartinan boykot bikin
Seroka lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa navçeyên Kurdistanî di qonaxeke giran re derbas dibe. Ji ber nebûna seqamgirî û piştrast nebûna hemwelatiyan rewş zehmete. Ji ber ew hêzên ewlehiyê nikarin wek pêwîst erkên xwe bicîh bînin. Bi taybet kurdên rûniştvanên wan navçeyan ku naha beşekî piraniya wan koçber bûne û mal û halên xwe jî bicîh hiştine.’’
Herwaha got: ‘’Pêwîste berpirsên hikûmeta Iraqê berpirsyartiyê rakin û alîkarbin di çareser kirina pirsgirêkên navçeyê û dabîn kirina jiyaneke layîq de ji bo rûniştvanên li deverê yên ji hemû pêkhateyan. Ji ber naha kurdên wê navçeyê hest bi nebûna piiştevaniyê dikin û ji ber berdewambûna cîhbicîh kirina proseya erebkirina navçeyê, bi piştevaniya berpirsên hikûmetê yên li navçeyên Kurdistanî ve ew pêktê.’’
Ciwan Rojbeyanî got: ‘’Em li gel nûnerên hemû aliyên siyasî di guftûgo dikin, pêwîste hemû partiyên siyasî yek helwêstbin û yek dengbin, eger çareseriyek ji bo rewşa xirab a navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê neyê dîtin, pêwîste hemû partiyên kurdî ligel yek boykota helbijartinên Iraqê bikin. Ji ber kurdên rûniştvanên wan navçeyan nikarin bi azadî deng bidin.’’
Basnews