• Friday, 17 May 2024
logo

Hêza parastina Şingalê hat ragihandin

Hêza parastina Şingalê hat ragihandin

 Wezîrê Navxwe yê Iraqê damezrandina hêza parastina Şingalê ragihand û got ku dosyaya ewlekarî ya navenda Şingalê di destê hêzên polîs de ye û artêşa Iraqê jî dê derdora navçeyê biparêze.

 Wezîrê Navxweyê Iraqê Osman Xanmî îro Duşemê 14ê Hezîrana 201ê û li gel Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ebdulemîr Şemerî serdana parêzgeha Neynewa kir û di dema hevdîtina li gel fermandarên asayişa Neynewa de ragihand ku komîteyeke emnî heye dê rasterast çavdêriya hemû rewşên dosyayên tîkildarî ewlekatiyê yên navçeya Şingalê bikeê.

Osman Xanmî herwiha da zanî ku ew komîte dê bi mebesta gotûbêjkirina rewşa ewlekariyê serdana herdu navçeyên Mexmûr û Şingalê bike.

Xanmî her wiha destnîşan kir ku dosyaya ewlehiyê li navenda Şengalê di destê polîsan de ye û artêşa Iraqê jî dê derdora navenda navçeyê biparêze û herwiha hêzek bo parastina ewlehî û aramiya navçeya Nemrû hate damezrandin.

Di 9 Cotmeha 2020, Bexda û Hewlêr li ser asayîkirina rewşa qezaya Şingalê û birêvebirina qezayê ji aliyê îdarî, emnî û xizmetguzarî ve rêkeftin kirin. Rêkeftin ji sê teverên îdarî, emnî û avedankirinê pêk tê û paşkoyeke 9 xalî jî li xwe digire, ku têde xişteya çavdêriya jibo cîbicîkirina rêkeftinê û asayîkirina rewşa Şingalê hatiye diyarkirin.

Li gor rêkevtina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, nabe ti hêzeke çekdar ji bilî polîsan li wê navçeya Başûrê Kurdistanê bimînin.

DAIŞê roja 3ê Tebaxa 2014an êrîşî navçeya Şingalê kiribû û bi sedan welatiyên Kurdên Êzidî komkuji kiribûn, herwiha zêdetirî şeş hezar jin û keç û zarokên Êzidî êxîsr girtibûn û revandibûn.

Di Mijdara 2015an de, di operasyonekê de bi serpireştiya serok Barzanî, hêzên Pêşmerge bajarê Şingalê û derdora wê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kiribûn.

Di bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de, Şingal kete destê hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî û hêzên Pêşmerge li navçeyê neman, lewma valahiyeke emnî li navçeyê çêbûye û ji ber wê jî metirsiyên DAIŞê li ser navçeyê jî zêde bûne.

 

Rudaw

Top