• Saturday, 23 November 2024
logo

Nesir Herîrî: Çekdar û sivîl jî binpêkirinên mirovî li Efrînê dikin

Nesir Herîrî: Çekdar û sivîl jî binpêkirinên mirovî li Efrînê dikin

Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Nesir Herîrî li wê yekê mikur hat ku binpêkirinên mirovî li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tê kirin û ragihand, gelek binpêkirin li dadgehan hatine tomarkirin û gelek ji van binpêkirinan ji aliyê çekdarên Artêşa Niştîmanî ve hatine kirin.

Nesir Herîrî li Stenbolê di konferanseke rojnamevanî de li ser pirsa peyamnêrê K24ê got: “Li vê deverê gelek tawan hene ku li dadgeha sivîl yan leşkerî hatine tomarkirin, kesên van tawanan dikin ji gelek aliyan in, sivîl û çekdar in û beşek ji wan jî di nava artêşa niştîmanî de ne. Pirsa mafên mirovan di stûyê Îtîlafê de erk e û divê em bi hevalbendên xwe re û bi taybet bi Tikriyê re kar bikin bo çespandina mafên mirovan bi awayekî rasteqîne û ne tenê axaftin be û ji bo vê yekê me komîteyeke eşkerekirina rastiyan pêk aniye.”

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, ji Adara 2018an ve herêma Efrînê dagîr kirine û ji wê demê bi hezaran welatiyên Kurd ên Efrînê hatine revandin, eşkencedan û kuştin, ev yek ji bilî bicihkirina bi sedhezaran Erebên navçeyên din ên Sûriyê di Efrîn û gundên wê de, destdanîna ser mal û milkên xelkê û dizî û talankirina şûnwarên Efrînê.

 

K24

Top