• Wednesday, 24 April 2024
logo

Kerkûk – Keçekê xelatê aktorê herî baş ê festîvala şanoya Necefê bidest anî

Kerkûk – Keçekê xelatê aktorê herî baş ê festîvala şanoya Necefê bidest anî

Di pêncem festîvala şanoya bajarê Necef a başûrê Iraqê, tîma şanoya Kerkûkê bi şaneyekî beşdarî kir û keçeke aktor a kurd wek aktora herî baş a festîvalê hate helbijartin.

Îro 13.06.2021ê berpirsê baskê Kerkûkê yê sendîkaya hunermendên Kurdistanê Sîrwan Omer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di 5.mîn festîvala şanoya Necefê de tîma şanoya Kerkûkê bi şanoyekî bi navê ‘’Hewl û Koş ango Bez’’ a derhîneriya wê Qasim Xemgîn kiriye, wek take nûnerê parêzgeha Kerkûkê beşdar bûn û serkeftin bidest anî.’’

Herwaha got: ‘’Aktora şanoyê, şanoger Zeyneb Raîd wek keça aktor a herî baş a festîvala şanoya Necefê hate helbijartin û hat xelat kirin. Ji ber wê em wek baskê Kerkûkê yê sendîkaya hunermendên Kurdistanê pîrozbahiyê li wê serkeftinê dikin û biryare di demekî nêzîk de heman şano li Kerkûkê jî bê pêşandan.’’

 

 

Top