• Saturday, 20 April 2024
logo

Milîsên Heşdî Şeibî li Xurmatû berhemên cotkaran talan dikin

Milîsên Heşdî Şeibî li Xurmatû berhemên cotkaran talan dikin

Demeke hêzên ewlehiyê yên sepandî li sînorê Xurmatû, berhemên cotkaran di nav zeviyan de jê dikin û didizin, aliyên fermî yên pêwendîdar jî ti helwêstekî li hember wan nîşan nadin.

Cotkarekî kurd ê sînorê gundê elbûsebah a ser bi qeza Xurmatû ku nexwast navê wî bê aşkera kirin ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha dema pêgeheştina berhemên zebeş, bacan, bamye, tirûzî û çend berhemeke din e û hejmareke zêde jî cotkarên li sînorê Xurmatû vê alî û aliyê din ê rêya navbera Xurmatû û Daqûqê kiştûkalî kirine, ku zêdetir ji 30 kîlometre ye, di her mesafeyekî kêm û nêzîkî hev ên wan zeviyên kiştûkaliyê de milîsên Heşdî Şeibî xalên serbazî danîne.’’

Herwaha got: ‘’Cotkar zêdetir bi roj di nav zeviyên xwe de ne û bi şev lê nînin. Ew hêzên ewlehiyê yên li navçeyê rawestgeh û xalên kontrolê danîne li navçeyê hatine belav kirin, bi şev berhemê ked û westandina wan cotkaran didizin. Tenê bi wê jî narawestin ku hinekê jêbikin, piraniya wê jêdikirin û dibin.’’

Cotkarê kurd got: ‘’Îdareya bajar jî li hember wan kiryarên hêzên sepandî û milîs bê helwêste û ti bertekekî nîşan nade. Waha jî tenê zerer û ziyan digehe cotkaran.’’

 

Basnews

Top