• Thursday, 25 April 2024
logo

Bendava Farqînê li seranserê Ewropa û Tirkiyê dibe ya herî bilind

Bendava Farqînê li seranserê Ewropa û Tirkiyê dibe ya herî bilind

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Avê yê Tirkiyê Kaya Yilmaz ragihand ku çêkirina bendava li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê berdewam e û tê çaverêkirin sala 2022ê bi dawî bibe. Kaya Yilmaz herwiha diyar kir ku Bendava Farqînê li seranserê Ewropa û Tirkiyê dibe bendava herî bilind.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Avê yê Tirkiyê Kaya Yilmaz derbarê avakirina Bendava Farqînê de ser bi parêzgeha  Amedê ya Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da. 

Kaya Yilmaz diyar kir ku ji bo rûberê pêş ê bendavê xebatên wan destpê kirine û tê çaverêkirin sala 2022ê avahîsaziya wê bi temamî bi dawî bibe.

Yilmaz da zanîn ku ew bendav li seranserê Ewropa û Tirkiyê dê bibe bendava herî bilind û got: “Bi temamkirina wê,  bendav bi bilindahiya xwe ya 175.5 metre li ser asta seranserê Ewropa û Tirkiyê dê bibe bendava yekem û bi embarkirina 7.3 milyar metre sêgoşe av jî piştî bendava Ataturk dê bibe bendava duyem a Tirkiyê.”

Yilmaz tekez kir ku ew bendav dê ji bo peydakirina ava vexwarinê û avdana zeviyên xelkê navçeyê  gelek bi sûd be û got: “Bi temambûna bendavê dê 2 milyon û 350 hezar û 58 donim zevî bên avdan û ji aliyê enerjiyê ve jî dê 681 milyon kîlovat elektrîk were berhemanîn. Ev jî salane dike 2.11 milyar lîre dahat bo aboriya welat.”

Bingehê  Bendava Farqînê cara yekem sala 2011an di çarçoveya projeya GAPê de li ser Çemê Dîcleyê hat danîn. Şeş milyar lîre bo avakirina wê hatine veqetandin. Tê çaverêkirin ku eger bendav temam bibe derfeta kar bo 318 hezar kesan çêbibe.

 

Rudaw

Top