• Friday, 19 April 2024
logo

Li Herêma Cizîrê 2800 zarok kar dikin

Li Herêma Cizîrê 2800 zarok kar dikin

Li Rojavayê Kurdistanê gelek zarokan dest ji dibistanên xwe berdane û karên giran dikin û hewl didin barê li ser milê malbatên xwe sivik bikin. Li gor amarên Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê 800 zarok li navçeyên pîşesazî kar dikin, 2 hezar zarok jî bi karên cuda cuda re mijûl dibin.

Mehmûd Cezûh yek ji wan zarokan e, 13 salî ye û xelkê Serê Kaniyê ye, rojane bi firotina bûza 6 hezar lîreyên Sûrî (kêmî 2 dolaran)bidest dixe.

Zehmetiya jiyanê zorikatiya Mehmûd Cezûh dibe, gerek li dibistanê ba, lê wî ji dev xwendinê berdaye, kar dike ji bo ku jiyana xwe li koçberiyê birêve bibe.

Mehmûd ê 13 salî, bi malbata xwe ya 10 kesî re ji ber şer ji Serê Kaniyê reviyaye.

Mehmûd Cezûh dibêje: “Em 10 kes in di konekî de, ez di bûzan de kar dikim, rojê 6 hezaran derdixînim , ez wan kom dikim, jibo xwarinê û cilan.”

Li gor amarên Rêveberiya Xweser li Cezîra Rojavayê Kurdistanê 800 zarok li navçeyên pîşesaziyê û 2 hezar zarok ku piraniya wan koçberên karên cûda cûda dikin û ji ber zehmetiya tomarkirina navê wan, dibe ku hejmara rastî ya karpêkirina zarokan ji vî zêdetir be.

Stêra Reşik ku sê salan rêvebera devera Serê Kaniyê bû, niha rêveberatiya Kampa Waşokanî ya xelkê Serê Kaniyê dike. Ew dibêje ku tenê bexçeyekî zarokan û sê dibistan di nava kampê de hene, lê têra zarokan nake, ji ber rewşa aboriya xirab jî ew nikarin rê bi temamî li ber karkirina zarokan bigirin.

Rêvebera Kampa Waşokanî Sitêra Reşik jî got: “Alîkariya ku li Kampa Waşokanî dibe kêm e, 12 rêxistin li vir hene, lê ne wek alîkariyên kampên Holê û Erîşa ne, ji ber ku malbatên DAIŞê tê de ne, Neteweyên YEkbûyî diçe cem wan,lê ya me îtîraf pê nehatiye kirin, bi zehmetî xelk li vir dijîn.”

Dîmên zarokan ku karên giran dikin, hêj tên dîtin tevî ku bi biryarekê, di 31 meha 1 ya îsal de, Ofîsa Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser, karê giran û yê çekdarî li tevaya zarokên Rojavayê Kurdistanê qedexe kir û zarokên jêr 10 salî bi temamî nabe kar bikin.

Berpirsê Ofîsa Zarokan a Rêveberiya Xweser Xalid Cebir jî dibêje: “Kar li zarokên kêmî10 salî yekcar nayê qebûlkirin, ji 10 heya 15 karên îcabî hatine qebûlkirin, karên giran bi temamî qedexekirî ye, ji ber rewşa aboriya xirab biryara me 100 ji sedî nayê pêkanîn.”

Karên giran û kolandinê, cihên bilind û teng, karê çekdarî û serbazî, karê bi şev, karê kîmayawî, karê barkirinê û pars bi fermî ji aliyê  Rêveberiya Xweser ve li ser zarokan qedexekirî ye, lê cîbicîkirina vê biryarê ji ber rewşa şer û aborî zehmet e.

 

Rudaw

Top