• Saturday, 23 November 2024
logo

Mazlûm Kobanî Êrişa li Efrînê şermezar kir

Mazlûm Kobanî Êrişa li Efrînê şermezar kir

 Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand ku nûçeyên ku hêzên wan  navenda bajarê Efrînê topbaran ne rast in û êriş şermezar kir.

Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê têkildarî êrişa li Efrînê daxuyanî da û red kir ku hêzên wan êrişa li dijî Nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê pêk anibin.

Mazlûm Kobanî dibêje: “Em ji ber canjidestana kesên bêguneh gelek xemgîn in. Em vê êrişî şermezar dikin. Armancgirtina nexweşxaneyan binpêkirina hiqûqa navnetweyî ye."

Çend top duh Şemiyê li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ketin. Parêzgeriya Hatayê ragihandibû di encama wê êrişê de 13 kesan canê xwe ji dest dan û 27 kesên din jî birîndar bûn.

 

Rudaw

Top