• Thursday, 25 April 2024
logo

Jinek bi cil û bergên xwe yên Kurdî tenîsê dilîze

Jinek bi cil û bergên xwe yên Kurdî tenîsê dilîze

Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê Fatma Karakeçî ya dayika sê zarokan bi cil û bergên xwe yên Kurdî derket qada tenisê. Fatma Karakeçî herwiha dibêje ew beşdarî şampiyontiya tênisê ya jinan bibe.

Li parêzgeha Rihayê Fatma Karakeçî ya 40 salî diyar kir ku  ew aşiqî lîstina tênisê bûye û got: “Min got divê bibim lîstikvanê tenîsê.”

Li gundewarên Rihayê qadên werzişê yên tê de korta tenîsê jî heye hatibûn çêkirin ku yek ji wan jî qada Saribalê ye û welatî eleqeyê nîşanî wan qadan didin. Jinên cil û bergên Kurdî li xwe kirine jî diçin werzişê.

Mamosteyê perwerdeya werzîşê Yusuf Avcibaşî jî gelekî hewl dide ku eleqeya welatiyan bikşîne werzişê.

Ji bilî mêr û zarokan jinên bi cil û bergên Kurdî diçin tenîsê dilizîn û dîmenên rengîn derdikevin holê.

Fatma Karakeçî ya  dayika sê zarokan a li vê taxê dijî li ser daxwaza keça xwe dest bi tenîsê kir.

Karakeçî ya bi cil û bergên Kurdî tenîsê dilîze wiha behsa destpêkirina wê werzişê kir: “Mamosteyekî me yê perwerdeya werzîşê hebû, li vir qadeke ji axê çêkir. Li wir dilîstin, paşê keça min jî tenîsê hez kir û got 'dayê ez ê jî bilîzim'. Ji bo ku ez piştgiriyê bidim wê min jî got 'hadê em bi hev ra bilîzin' û min wisa dest pê kir. Ewil hinekî zehmet bû, lê niha ez hîn bûm.”

Fatma Karakeçî diyar kir, zarokên ku wan dibînin jî dixwazin bi dayikên xwe re derkevin kortê û wiha pê de çû: “Min di serî de cesaret nekir, lê paşê hatim û min leyîst. Jinên gundê me jî pêşiyê nexwestin, paşê eşqa wan jî pê re hat. Înşeallah ew dê jî werin û em hemû bi hev re bileyîzin. Mêrê min jî piştgiriyê dide min. Mêrê min tenîs naleyîze, lê ew jî futbol dileyîze. Bira hemû jinên gundiyan werin da ku em bileyîzin. Min li vê derê leyîst, bila ew jî werin bileyîzin. Jinên me yên vê derê şerm dikin, dibêjin eyb e. Di sporê de eyb tuneye, bila werin em bileyîzin. Hesteke pir baş e ku ez bi keça xwe re dileyîzim. Ez carinan ez ji wê dibim û carna jî ew ji min dibe.”

Buşra Karakeçî ya xwendekara pola heştemîn jî ji bo ku bi diya xwe re tenîsê dileyîze, pir kêfxweş e û wiha got, “Min ji diya xwe rica kir, wê jî dilê min nehîşt û bi min re tenîs leyîst. Em vê ga wextekî pir xweş derbas dikin.”

Top