• Thursday, 25 April 2024
logo

Piştî 8 mehan cenazeyê zarokekî Kurd hat dîtin

Piştî 8 mehan cenazeyê zarokekî Kurd hat dîtin

Cenazeyê wî zarokî 15 mehî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li Norwecê ku di robarê Manîş a di navbera Fransa û Brîtanyayê de 10ê Kanûna 2020an de bi malbata xwe re xeniqiye hate dîtin.

Polîsê Norwêcê diyar kir ku beriya heft rojan masîvanekî cenazeyê zarokekî li bajarê kermo dîtine û di encama testa DNAyê de derket holê ku ew termê Artîn e.

Keştiyek li ser kanala Manîş a di navbera Fransa û Brîtanyayê de di 27ê Cotmeha 2020an de binav bû û têde hejmareke kes xeniqîn û ji wan pênc endamên malbatekê ji bajarê Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê bûn û termên dê û bav û xwîşk û birayekî hatin dîtin, lê termê Artîn ê 15 mehî nehatibû.

Cenaze piştî zêdetirî heft mehan niha ji hezar kîlometreyî zêdetir ji cihê bûyerê hat dîtin.

Polîsê Norwêcê diyar kir ku cenaze di nava belemekê de bû û ji ber ku zêde di nava avê de mabû, beşeke kêm laşê wî mabû.

Xaleta Artîn ku ji testa DNAyê hate wergirtin got, “Divê em cenazeyê Artîn bibin Serdeştê û bibin li cem dê û bavê wî, xwişk û birayên wî veşêrin.”

Piştî 18 rojan ji bûyerê cenazeyê Resûl Îran Neşed, hevjîn û zarokên wî vegerandin Serdeştê û li goristana bajêr spartin axê.

 

Rudaw

Top