• Friday, 19 April 2024
logo

Pîrtirîn şempanzeyê cîhanê mir

Pîrtirîn şempanzeyê cîhanê mir

 Bi tementirîn şempanzeyê cîhanê ku li yek ji bexçeyên ajelan ên Amerîkayê bû, mir.

Bi tementirîn şempanzeyê nêr li cîhanê yê bi navê Cobby roja Şemiya borî, li bexçeyê ajelan ê San Francisco mir.

Temenê Cobby 63 sal bûn û ji salên 1960î ve li bexçeyê ajelan ê li San Francisco ya Amerîkayê bû.

Berpirsên wî bexçeyê ajelan, di daxuyanikê de nûçeya mirina Cobby ragihandin û aşkere kirin ku heta niha nayê zanîn ka sedema mirinê çi bûye, lê temenê wî yê mezin fakterê sereke bûye.

Yekîtiya navdewletî ya ji bo parastina jîngehê, şempanze di lîsta wan ajelan de danîne ku di bin metirsiya jinavçûnê de ne li Afrîayê ku rûbirûyê nêçîrkirin, nexweşî û nemana cihê manê dibin.

Zanayên di warê ajel û jîngehê de aşkere dikin, ji 100 ta 200 şempanze li seranserê cîhanê mane.

Temenê şempanzeyên li nav daristanan bi giştî derdora 33 sal e û temenê şempanzeyên di bin çavdêriya mirovan de jî nêzikî 60 salan e.

Top