Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya
Li gor zanyariyên çapemeniya fermî ya Îranê îro erdhejek bihêz li nahyeya Salihawa ya ser bi parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê erdhej pêkhatiye û heman demê de bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê jî hejiya.
Malpera Mîhir a Îranê ragehand îro 06.06.2021ê demjimêr 09:24ê li gor dema Îranê erdhejek bi hêza 5.2 li nahyeya Salihawa ya ser bi parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê pêkhatiye.
Li gor heman çavkaniyê ew erdhej 9 kîlometreyan di bin erdê de pêkhatiye.
Herwaha li gor K24ê jî îro erdhejek li bajarê Silêmaniyê pêkhatiye, lê heta naha hûrgiliyên zêdetir nehatine belav kirin û rêveberiya keşnasî û erdhejên herêma Kurdistanê bi fermî ti daxuyanî nedaye.
Basnews