Ji ber binpêkirinên îdareya sepandî baskê Kerkûkê yê sendikaya rojnamevanan hat daxistin
Piştî 18 sal vekirina xwe baskê sendikaya rojnamevanên Kurdistanê, ji ber binpê kirinên îdareya nerewa û sepandî ya Kerkûkê, baskê sendikaya rojnamevanan li Kerkûkê hate daxistin.
Endamê encûmena baskê Kerkûkê yê sendikaya rojnamevanên Kurdistanê Star Cebarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îdareya naha ya Kerkûkê ti nirxekî ji bo rojnamevanên kurd nade.’’
Star Cebrî got, di heyama 14 salên hukmê kurdan ê li Kerkûkê de, tenê 40 binpekirin li dijî rojnamevanan hatiye tomar kirin, lê piştî 16ê cotmeha 2017ê heta naha 60 binpê kirin li dijî rojnamevanan hatine tomar kirin.
Endamê encûmena baskê Kerkûkê ragehand: ‘’Ji ber binpêkirinên îdareya nerewa ya Kerkûkê û bi esas girtina binpêkirinan ji aliyê dadgeha Kerkûkê ve biryara daxistina baskê Kerkûkê ya sendikaya rojnamevanên Kurdistanê hate dayîn.
Star Cebarî diyar kir, ji ber sendîkayekî Kurdistanî ye li bajar, ji ber wê jî dijatî tê kirin, sendîkayên ku ser bi Iraqê ne hesab ji bo wan cuda tê kirin li Kerkûkê. Lê em piştî 16ê cotmeha 2017ê ve dijatî li hember me tê kirin û armanca wan ew e kurd hukim li Kerkûkê neke, deriyê sendîkayê jî girtî bimîne.
Basnews