Huseyin Kaçmaz: Di bin navê operasyonan de daristanên Kurdistanê têk dibin
Parlamenterê HDPê Huseyin Kaçmaz ragihand, 30 sal in daristanên Kurdistanê “bi zanebûn” di bin navê operasyonan de têne şewitandin û got, “Mixabin, dema ku ev xweza xwezaya Kurdistanê be, ti qanûn nayên pêkanîn.”
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, beşdarî bultena Rûdawê bû û derêbarê têkdan, birîn û şewitandina daristanên Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve axifî.
Huseyin Kaçmaz got di dema operasyonên ku ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) ve hatine lidarxistin, dar ji ber sedemên “ewlehiyê” hatine şewitandin, û di van salên dawî de jî bi birîna daran zirar li xwezayê dane.
Kaçmaz got: “Ji damezrandina Komara Tirkiyê ve, qonax bi qonax lê belê di 30 salên dawî de bi awayekî sîstematîk, her havînê ji hêla arteşa Tirk ve ve tê şewitandin û talankirin. Di dema operasyonên ku her havînê dest pê dikin de, bi zanebûn an nezanî ji hêla leşkeran an cerdevanên ewlehiyê ve, di encama bombebaranan de agir bi deverên daristanan dikeve. Lêbelê, nemaze di 4-5 salên dawî de, nêzîkatiyek pir cuda ya li xwezayê hate pêşandan. Qadên daristanan bi zanebûn têne şewitandin. Ew eşkere diyar dikin ku ev ji ber sedemên ewlehiyê tê kirin. Wekî din, dar têne birîn. Me sedemên wê pirsî. Daristanên şewitî ji nû ve şîn dibin, lê darên ku ji kokên xwe ve hatine birîn, careke din şîn nabin.”
Kaçmaz tekez kir, li Efrîn û Herêma Kurdistanê rewşek bi vî rengî heye û got, “Heman nêzîkatî li Efrînê jî hate girtin. Li wir, warên daristanan, nemaze darên zeytûnan, hatin talankirin. Di van demên dawî de, li Başûrê Kurdistanê di bin navê operasyonê de heman tişt diqewimin. Her kes vê yekê pir baş dizane; Dagirkerî yekem bi talankirina xwezayê dest pê dike.
Wî parlamenterê HDPê diyar kir, artêşa Tirkiyê li ser girên ku di encama operasyonên di nav axa Herêma Kurdistanê de kontrol kirine, binkeyên serbazî yên dayimî danîne û got, “bingehên leşkerî li girên Duhok û Zaxo hatine damezrandin, ev ne bingehên demkî ne, her kes wê dizane.”
Kaçmaz amaje bi 100mîn salvegera Peymana Lozanê di 2023an de kir û tekez kir, “Hîn jî xewnên Mîsaqa Millî hene. Ew hîn jî statuya Başûrê Kurdistanê qebûl nakin.”
Parlamenterê HDPê di berdewamiya axaftinên xwe de ragihand, li gorî qanûna bingehîn a Tirkiyê, ji bo her cure tawanî efû ye, lê yên zirarê didin xwezayê û daristanan efû ji bo wan tune ye û diayr kir: “Lê mixabin dema ev xweza xwezaya Kurdistanê be, ti qanûn kar nakin. Weke HDP, me gelek caran ev anî rojevê. Têkildarî vê mijarê pirs û pêşniyarên me hene, dozên ku em difikirin vekin, hene.”
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz herwiha li ser hesabê xwe yê Twitterê jî belav kiriye, “Li Çiyayê Cûdî her roj 400 ton dar têne birîn.”
Kaçmaz got, “Di bin çavdêriya cerdevan û leşkeran de, 30 traktor û nêzîkê 70 karker her roj li Çiyayê Cûdî dora 400 ton dar dibirin. Xweza tê talankirin! ”
Rudaw