• Friday, 19 April 2024
logo

Nîşaneyên cografî yên 9 xwarinên Diyarbekirê hatin pesandkirin

Nîşaneyên cografî yên 9 xwarinên Diyarbekirê hatin pesandkirin

Di çarçoveya projeya gastronomiyê ya Diyarbekirê de 9 xwarinên Diyarbekirê hatin pesandkirin. Projeya ku bi pêşengiya Jûra Pişesazî û bazirganiya Diyarbekirê tê birevebirin, saziyen fermî û sivîl yên bajêr ve jî piştgirî didinê. Ji bo tamandin û danasîna 9 warinên ku hatine pesand kirin merasîmekî hat lidarxistin.

Li Diyarbekirê xebatên projeya berhevanîn û danasîna gastronomiya Diyarbekirê û xwarinên taybet û xwerû yên Diyarbekirê didome. Projeya ku ji aliyê Jûra Bazirganiya Diyarbekirê ve hatibû dest pê kirin, Wezareta Çand û Geştiyarî ya Tirkiyeyê û saziyên fermî û sivîl yên Diyarbekirê jî piştgirîyê didine. 

Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê DTSO’yê Mehmet Kaya daxuyand ku mebesta wan ji vê projeya ku dereng maye ew e ku tamên ji çanda Diyarbekirê bên zîndekirin, domandin û bi raya giştî ya Cîhanê danasîn e.

Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Ev xebateke dereng mayî ye, çanda xwarinê ya Diyarbekirê wek çaleke ku dewlemendî jê derdiçe ye û bi vê projeyê me ji bo 63 xwarinan serîlêdan kiriye ku wek xwarinên xwecîh bên pesand kirin. 9 ji wan hatin pesand kirin û em çaverêne ku 54 xwarinên din jî heta dawiya 2021’an bên pesand kirin. Em her tim dibêjin ku sifre ango xwarinên Diyarbekirê ji dewlemendtirîn sifreyên Cîhanê ye û divê ji zû ve, ev proje bihata temam kirin.”

Mehmet Kaya ragihand ku projeyên wiha dikare bi piştgiriya pêkhateyên civakê re biser bikevin û bipêş ve biçin, loma jî destxweşî li hemû sazî, kargeh, dikandar, jûrên pişeyî, şaredarî û saziyên ku piştgiriyê didin kir.

Sîlva Ozyerlî jî wek seraşpêj taybet ji bo vê projeyê hatiye Diyarbekirê û tîne ziman ku wê gelek sifreyên çandên cuda dîtiye. Lê dewlemendiya xwariinên li Diyarbekire û ji tamên Diyarbekirê xweştir neditîye. Loma jî bi kêfweşî di vê projeye de cîh digre.

Sîlva Ozyerlî dibêjine: “Ez vê projeyê pir girîng dibinim, ji ber ku dewlemendiyên vê erdnîgariya dîrokî her tim nehênî û bêxwedî mane. Gelek bajarên ku nikarin bi Diyarebkirê re serkêşî bikin, bi xwarin û gastronomiya xwe derketine pêş. Projeyên wiha çiqas zêde piştgiriyê ji civaka xwe bistînin dikarin ew qas bipêş bikeivin. Ez jî eslê xwe ji Diyarbekirê me û bi saya vê projeyê, ezê deynê xwe bidim û xizmeta çanda bjarê xwe bikim.”

Aîle Polat jî tîne di projeyê de bi hevkarên xwe re aşpêjî dike û radigihîne ku hemûaşpêj, bi dehan salin xwarinên ji çanda Diyarbekirê çê dikin û kêfxweşin ku xwarinên çanda Diyarbekirê bi projeyên wiha tên berdewam kirin, danasîn û pesandkirin.

Aîle Polat diyar kir: “Di pêşangeh û xebatên berê yên Jûra Bazirganiyê de jî me hevkarî dikir. Dîsa di amadekirina 63 xwarinên ji bo nîşaneyên cografî werbigrin de jî me bi hevrên xwe re cîh girt. Xwarinên me, xwarinên ku ji berê ve li vê derê hatine çêkirin in. Kêmtirin 50 sal û beriya wê demê jî hebûne û niha jî tên çêkirin û xwarin. Em jî kîjan xwarin bi kîjan fêkî û şîranî re dikare xweş bê amade kirin diyar dikin.”

Bi piştgiriya Wezareta Çand û Geştiyarî, êdî dê binaya jûra bazirganiya Diayrebkirê wek Navenda Gastronomî û înivasyonê  bê bikaranîn û dê xwarinên sifreya Diyarbekirê li vê navendê bên amade kirin û danasîn û aşpêş jî bên perwerde kirin.

 

K24

Top