• Friday, 29 March 2024
logo

Lawikê Hacî dirîjtirîn dastana helbestê nivîsand

Lawikê Hacî dirîjtirîn dastana helbestê nivîsand

Helbestvanê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê Lawikê Hacî helbestek bi navê “Birîna Jiyanê” ya ji 19999 malikan pêk tê nivîsandiye û hewl dide helbesta xwe di pirtûka Guinness de tomar bike.

Lawikê Hacî beşdarî bernameya “Hashtag” a K24ê bû û li ser helbesta xwe got: “Min ji sala 2003an dest bi vê helbestê kir. Ew hest û derbirînek ji êş, kul û stema Kurdan a di bin destê rêjîmên dîktaro de dîtiye bû. Ne di bala min de bû ku ewqas dirêj bibe, lê hino hino helbest berfireh û dirêj bû.”

Derbarê naveroka destana “Birîna Jiyanê” de Lawikê Hacî got: “Di helbestê de min ronahî xistiye ser dîrok, serpêhatî û lehengên Kurdan û min behsa şanazî û êşa wan û niha ketine çi rewşê.”

Diyar kir jî, ev helbesta wî li ser asta cihanê wek dirêjtirîn dastana helbestî tê hejmartin ku li ser yek kêşe û serwayê hatiye nivîsandin.

Li ser zehmetiya nivîsandina vê dastanê li ser yek kêşe û serwayê, Lawikê Hacî got: “Kesên nivîskar û helbestvan bin, dizanin çendî zehmet e ewqas malik li ser yek kêşe û serwayê were nivîsandin. Ev vedigere asta nivîskar a rewşenbîrî û  ziman wî, zanîna wî ji dîrok, êş û derdê miletê xwe re û têgihîştina wî ji siyaseta li ser gelê wî tê meşandin re.”

Diyar kir jî, niha dastana Birîna Jiyanê di qonaxa dîzayekirinê de ye û di heyama çend rojên pêş de tê çapkirin.

Helbestvan Lawikê Hacî destnîşan kir jî, niha ew bi hin şarezayan re di nava pêwendiyan de ne, ta ku vê dastana ji 19999 malikan pêk tê derbasî pirtûka Guinness bikin û niha ew li benda bersiva Guinness ne.

Her di wê derbarê de got jî: “Ez geşbîn im ku dastana min bikeve pirtûka Guinnessê, ji ber ku hemû mercên wê peyda ne ku di Guinness de bê tomarkirin. Heta niha dirêjtirîn helbest a Homeros a bi nave Iliad bû ku ji 15 hezar malik pêk tê, lê dastana Birîna Jiyanê ji 19999 malik e û bi 5 hezar malik jê dirêjtir e.”

Helbestvan Lawikê Hacî ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji demekê ve li bajarê Duhokê dimîne. Lawikê Hacî heta niha hejmarek pirtûk bi zimanê Kurdî û Erebî çap kirine, ên bi Kurdî ev in:

Dîwana helbestê Şah Murûz: 1996an li Şamê.

Dîwana helbestê Wiha Ji Dîrokê Re Dinivîsînim: 1998an li Helebê.

Dîwana helbestê Çirûskên Di Tariyê De: 2005an li Duhokê.

K24

Top