Rêbuwar Talebanî: Proseya erebkirinê li Kerkûkê hîn jî berdewam dike
Serokê encûmena hatiye hilweşandin a parêzgeha Kerkûkê Rêbuwar Talebanî ragehand, heman siyaseta dema Beis a ji bo proseya erebkirina Kerkûkê piştî bûyerên 16ê cotmeha 2017ê ve heta naha berdewam e.
Îro 27.05.2021ê Rêbuwar Talebanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hemahengî û pêkanîna odeya hevbeş a di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de li Kerkûk û navçeyên Kurdistanê bi awayekî giştî bo lihevtêgeheştinê pêngavekî başe. Êdî dimîne ser wan aliyên ku rêkeftin li gel tê kirin giringe ku sozên xwe bicîh bînin. Lê hikûmeta Iraqê dema lewaz dibe ji aliyê leşkerî û siyasî ve berê xwe dide herêma Kurdistanê û dubare niyeta baş nîşan didin bo nêzîkbûn û çareserkirina pirsgirêk û krîzan.’’
Herwaha got: ‘’Hemahengî û rêkeftin bixwe babetekî başe di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê de, lê eger aliyê Iraqî rêkeftinan bicîhbîne. Ji ber naha rewşa sînorê Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên din aloze û çekdarên DAIŞê çalakî û kiryarên wan zêde bûne û hêzên çekdarên milîs jî gelek ji wan tên kuştin û birîndar dibin. Ji ber wê hikûmeta Iraqê li ser vê pirsê dubare berê xwe dide herêma Kurdistanê.’’
Rêbuwar Talebanî got: ‘’Sê sal zêdetire hewldan bo asayî kirina rewşa Kerkûkê berdewame, lê heta naha tenê dem birêve diçe û baweriya min bi hikûmeta Iraqê tine ku rewşa naha ya Kerkûkê asayî bike. Pêwîst bi ti tiştekî nake eger tenê madeya 140 bicîh bike, wê demê dawî bi pirsgirêkan tê, lê nakin. Ji ber di destûrê de ew navçe wek cîhê bi nakok e û divê di rewşa herî xirab de jî Pêşmerge û artêş hebûna wan li navçeyê hebe.’’
Talebanî got: ‘’Proseya erebkirina Kerkûkê heman siyaseta dema Beis e û piştî 16ê cotmehê jî berdewam dike û qet nerawestaye.’’
Basnews