• Friday, 17 May 2024
logo

Qadir Qaçax: PKKê ji DAIŞê zêdetir xelkê Şingalê revandine

Qadir Qaçax: PKKê ji DAIŞê zêdetir xelkê Şingalê revandine

Berpirsekî PDKê li Şingalê dibêje, çekdarên PKKê ji terorîstên DAIŞê zêdetir genc û zarokên êzîdî revandine û dê û bavên wan jî tiştekî ji rewşa zarokên xwe nizanin.

Berpirsê liqa 17 ya PDKê li Şingalê, Qadir Qaçax ji BasNewsê re got, çekdarên PKKê ji terorîstên DAIŞê zêdetir genc û zarokên êzîdî revandine û dê û bavên wan jî çi tiştekî ji rewşa wan nizanin. Ji ber ku nizanin PKKê ew birine ku.

Qadir Qaçax her wiha got, PKK zilmê li xelkê Şingalê dike û zevî û erdên wan zeft dike, nahêle xelk biçin nav erd û zeviyên xwe. Li nav zeviyên wan de tunêla dikolin û nahêlin saziyên mirovî alîkariyê bigehînin xelkê Şingalê. Nayê zanîn çend kes ji aliyê PKKê ve hatine revandin.

Wî berpirsê PDKê da zanîn jî, ji bilî hindê ku PKK nahêle saziyên mirovî alîkariyê bigehînin xelkê, nahêlin xizmetguzariyên giştî li wir bên kirin. Roj bi roj komên cuda yên Heşda Şeibî derbasî Şingalê dibin, ev jî rewşê aloztir dike.

Bi gotina Qadir Qaçax, ew kesên ku vegeriyane Şingalê ji ber nebûna aramî û ewlehî û xizmetguzariyan poşman bûne û dîsa koçber bûne.

 

Basnews

Top