• Friday, 19 April 2024
logo

Li Rojhilat di mehekê de herî kêm 29 kesan xwe kuştine

Li Rojhilat di mehekê de herî kêm 29 kesan xwe kuştine

Li Rojhilatê Kurdistanê di heyama mehekê de herî kêm 29 kesan xwe kuştine.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, di heyama mehekê de (20 Nîsanê heta 20 Gulanê) li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 29 kesan ji ber sebebên cuda xwe kuştine.

Li gorî agahiyan, ji wan kesên ku xwe kuştine 14 ji wan jin û yên din jî mêr in. Di nav wan de 4 kes (3 keç û kurek) di bin 18 salî re bûne.

17 kes ji wan kesên ku xwe kuştine, xwe bi kindir xeniqandine, 7 kesan bi derman xwe kuştine, 3 kesan xwe şewitandine, kesekî xwe avêtiye nav avê û yekê jî bi tivingê xwe kuştiye.

Li gorî raporta Hengawê, piraniya wan kesên han ji ber sebebên malbatî û aborî xwe kuştine.

Di nav her çar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de herî zêde li Ormiyê xwekuştin hatiye tomarkirin, ew jî 16 halet bûne. Li Îlamê 2 halet, li Kirmaşanê 3 halet û li Sine jî 8 halet hatine tomarkirin.

 

Basnews

Top