• Tuesday, 16 April 2024
logo

Yunus Yoldaş hewl dide pîşeya bavê xwe ya hostetiya erbaneyê bidomîne

Yunus Yoldaş hewl dide pîşeya bavê xwe ya hostetiya erbaneyê bidomîne

Li Diyarbekirê çêkirina erbaneyan kevneşopiyek teybet e ku nifşên ku ji bav û kalen xwe hînî vê pîşeyê bune hewil didin ku vê kevneşopiya rengîn bidomînin. Yunus Yoldaş jî yek ji wan kesan e pîşeya hostetiya çêkirina erbaneyê didomîne.

Yunus Yoldaş ê ji navçeya Sûra Diyarbekirê ye pîşeya hostetiya erbaneyê ku ji bav û kalen xwe hîn buye hewil dide bidomîne û çawa wî ji bavê xwe girtibe ew jî dixwaze nifşên nû jî vê nunertiyê ji wî bigirin. Yunus Yoldaş di nava Sûra dîrokî de di atolyeya ku 40 sal berê ji aliyê bavê wî ve hatiye vekirin de hem li aliyekê bo bidestxistina debara xwe tekoşînê dide û hem jî ji bo ku ev emanetê girîng û hêja yê ji bavê wî maye winda nebe çêkirina erbaneyê û çêkirina daholan didomîne.

Yunus Yoldaş ji K24ê re diyar kir: “Di sala 1982yê de bavê min Aşiq Zulfî Yoldaş ku hozan bu atolyeya erbaneyê vekiriye û ji wê rojê ve atolyeyê de erbane tên çêkirin.  Ez ji wî hîn bum. Piştî ku di hezîrana sala 2019an de bavê min Aşiq Zulfî Yoldaş wefat kir êdî min atolyeya erbaneyê bi rêvebir. Em li vê derê 3 kes dixebitin. Li gel erbaneyê em li vê derê bendîran jî çêdikin her wiha em daholan jî çêdikin.”

Hosteyê xemxwirê pîşeya bavê xwe Yunus Yoldaş ji bo ku bibe hosteyek baş gelek ked û wext daye çêkirina erbaneyê û dibêje ji bo vê pîşeyê baldarî, sebir, zanyarî û jêhatin pêwîst e. Yunus Yoldaş dibêje denge erbaneyê jî bi akordê tê diyarkirin û wekî amurên din ên muzîkê akord bo erbaneyê jî pêwîst e û her wiha keresteyên ku erbanê jê çêdibe jî divê baş werin neqandin.

Yoldaş dibêje: “Hosteyek jêhatî dikare di nava 1 demjimêrê de erbaneyekê çêke. Piştî ku erbane hat çêkirin eger havîn be 3 demjimêran tê rawestandin û çerm ziwa dibe û erbane amade dibe. Eger zivistan be jî divê erbane 1 rojê were rawestandin. Qawêra  vê erbaneyê ji dara gozê ye. Her wiha qawêr ji dara sipîndar û ji dara narewanê jî tê çêkirin. Çermê wê jî ji çermê pez, ji çermê bizin û ji çermê karikê jî tê çêkirin. Bi pirranî erbane ji çermê pez tê çêkirin, dahol jî ji çermê bizine tê çêkirin.”

Yunus Yoldaş dibêje heta ku hêza wî û derfetên wî têrê bikin ew ê vê nehêle ev pîşeya dîrokî û rengîn ji holê rabe û dide zanîn ew dixwaze atolyeya xwe mezintir bike û xebatkaran li cem xwe bİ cih bike da  ku di nava nifşên nu de zêdetir belav bibe.

 

K24

Top