Nakokiyên siyasî bandor li ser bazirganiya Tirkiye û Îsraîlê nekiriye
Roja 7ê Gulanê şer û pevçûnên dijwar di navbera Îsraîl û Filistînê de dest pê kiribûn ku duh bi lihevkirineke dualî agirbest hat ragihand. Di vê heyamê de yek ji welatên herî nerazî li dijî Îsraîlê jî Tirkiye ye, lê rêjeya bilind a bazirganiya di navbera herdu welatan de berevajî wê helwesta siyasî ya tund e.
Hikûmeta AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî êrîşên Îsraîlê di asteke bilind de helwesta xwe nîşan dan.
Lêbelê, li gor amarên Saziya Îstatîstîkî ya Tirkiyê berteka siyasî ya AK Partiyê li dijî Îsraîlê û peywendiya bazirganî ya herdu aliyan berevajî hev in. di 4 mehan destpêka îsal de hinardeya Tirkiyê ji bo Îsraîlê ji %35 zêde bûye.
Ji ber mijara Filistinê gelek caran peywendiyên Tirkiyê yên diplomatîk bi Îsraîlê re xirab dibin. Lê li aliyê din li gorî amarên fermî yên saziya daneyan di 4 mehên destpêka îsal de rêjeya hinardeya Tirkiyê ji bo Îsraîlê ji %35 zêde bûye û gehiştiye milyarek û 851 milyon dolaran. Di dema seredana xwe ya ji bo Balyozxaneya Filistinê de ev mijar di rojeva berpirsên CHPê de jî bû.
Unal Çevîkoz, Alîkarê Serokê CHPê û Berpirsê Peywendiyên Derve, dibêje, “Roja 18ê Gulanê li Parlamentoyê birêz Wezîrê Derve civinek kir, di vê civînê de me weke CHP mijara peywendiya bazirganî jî anî rojevê û me dubare kir ku pêwîst e li dijî Îsraîlê her core tedbîrek bê wergirtin.”
Di nav hemû qebareyê hinardeyê de îsrail sala 2020ê di rêza 9ê de bû lê di 4 mehên destpêka sala 2021ê Îsraîl bilind bû rêza 8emîn. Tirkiyê piştî Çin, Amerîka û Almanyayê di rêza çarê de ye ku Îsraîlê herî zêde kelûpel şandine.
Balyozê Filistinê yê li Enqerê jî dibêje ew zêdetir aliyê erênî ya peywendiyan derdixin pêş.
Dr. Fayed Mustafa, Balyozê Filistînê, dibêje, “Em helwesta Tirkiyê giranbuha dinirxînin li ser asta fermî, hizbî û parlamentoyê derbarê pirsgirêka Filistînê de.”
Di dema şer û aloziyên di navbera Îsraîl û Filistinê de beşeke zêde ya xelkê Tirkiyê ji bo piştigirya Filistînê derdikevin kolanan lê xelk daxwazê ji kumetê dike ku hikumet helwestên cidîtir li hember Îsraîlê hebin.
İsmet Aydin, Xanenişîn, dibêje, “Pêwîst dike ku qebareya bazirganiyê were kêmkirin. Em bêjin bila ji %35 nebe, bila ji sedî 10ê derbas nebe. Em dibine hevalbendê dewleteke qatîl. Em aboriya wan bihêz dikin.”
Mehmet Nedîm Yildiz, Karker, dibêje, “Her tişt girêdayî Îsraîlê ye. Tovên herî baş, tovên sewze û mîwe û gelek kelûpelên din ji Îsraîlê tên. Ew jî baş nîne. Pêwîst e em piştigiriya wan nekin.”
Li gorî amarên Saziya Daneyên Fermî sala 2019ê, 568 hezar geştiyarên Îsraîlî seredana Tirkiyê kirine û li balafirgehên Stanbol, Enqere û Antalyayê ji aliyê 32 kompanyayan ve rojane derdora 40 geştên asmanî ji bo Tel Avîvê tên encam dan.
Rudaw