• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Rihayê di navbera du malbatan de şer derket: 3 kuştî

Li Rihayê di navbera du malbatan de şer derket: 3 kuştî

Li navçeya Sêwregê ya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket.

Hat ragihandin ku di şer û pevçûna di navbera her du malbatan de çek hatine bi kar anîn û di encamê de 9 kes birîndar bûne.

Tîmên tendirustiyê birîdar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê.

Hat eşkerekirin ku welatiyên bi navê Ferman B. Mahmut B. û Ramazan D. jiyana xwe ji dest dane.

Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê û li nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê girtin.

K24

Top