• Saturday, 23 November 2024
logo

Li Efrînê 14 leşker û cîhadiyên Tirk hatin kuştin

Li Efrînê 14 leşker û cîhadiyên Tirk hatin kuştin

3 ji wan leşkerên Tirkin.
Hêzên HRE li dijî wan êrîş pêk anîne.

Navenda ragihandina hêzên rizgariya Efrînê yaku bi HRE tê nasîn ragihand ku di çarçoveya çalakî û êrîşên hêzên wan yên li dijî leşker û cîhadiyên Tirkiyeyê li li Efrîn û derdorê de herî kêm 14 leşker û cîhadî hatine kuştin.

HRE herwiha diyar kiriye ku di çalakiya herî dawî de yaku duhê çarşem pêk hatiye, 11 cîhadî û 3 leşkerên Tirk ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku HRE dest daniye ser hijmareke zêde çek û cebelxaneya leşker û cîhadiyên Tirkiyeyê jî.

Rudaw

Top