• Thursday, 28 March 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Nabe em behsa yekrêziyê bikin lê bi cuda tev bigerin

Mesrûr Barzanî: Nabe em behsa yekrêziyê bikin lê bi cuda tev bigerin

Di konferansa yekrêziya siyasî de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Hewlêrê ji aliyê zanîngeha Kurdistanê ve konferansek bi navê konferansa yekrêziya siyasî bo destûra bingehîn ya Kurdistanê bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê, Serokwezîr û nuner û berpirsên aliyên siyasî yên Kurdistanê hate organîzekirin.

Di konferansa han de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya destûra bingehîn û hewldanên heyî yên boa made kirina destûrê.

Mesrûr Barzanî ragihand ku yekrêzî peyveke gelek ciwan û başe lê lazime beriya ku emê yekrêziya xwe çê bikin lazime em armanca xwe ya yekgirtî diyar bikin û bibin xwedan yek armanca hevbeş.

Lazime em bo gehêştin bi qonaxeke yekgirtî yaku bo tevahiya me weke yek be, yekgirtî û yekrêz bin, nabe em daxwaza yekrêziyê bikin lê bi du aliyên cuda bimeşin û tev bigerin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku nabe em di nava belemekê de bin lê armanc û pêgeha me ya dawî yekgirtî nebe. Lazime em bizanin bo çî lazime yekgirtî û yekrêz bin û armanca me ji vê yekê çiye?

Barzanî diyar kir ku, yekrêzî her wisa bi hêsanî çê nabe, pêdiviya xwe bi nîqaş û giftûgoyên berdewam û cidî heye, lazime em bi mişkeke vekirî hev û du qebûl bikin û bi rêhê hev û du qebûl kirinê giftûgo li gel hev bikin.

Bo armancên ku yên tevahiya xelkê Kurdistanê ne, lihev bikin pêdiviya me bi nîqaş û diyalogên cidî heye, û lazime bo bidest xistina wan armancan bihev re gav bavêjin û pêdiviya me di vê warî de bi yek rêziyê heye. Bi diyar kirina armancên yekgirtî dikarin yekrêziya xwe ava bikin û bihevre gav bavêjin.

Serokwezîr herwiha anî ziman ku mînakên gelek mezin yên me hene ku dema yekrêz bûne me kariye derfetên mezin bidest bixin, mînak raperîna mezin ya 1991an, vê demê armancên me yekgirtî û hevbeş bûn û di encama wan armancên hevbeş de, me destkeftên mezin bidest xist û îro jî em di siya wan armancên hevbeş de bûne xwedan, hikûmet, parlemen û serwerî.

 

Mesrûr Barzanî: Nabe em behsa yekrêziyê bikin lê bi cuda tev bigerin

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de rixmî diyar kirina girîngiya amade kirina destûrê ev yek jî anî ziman ku yekrêzî vê me bigehîne armancên me, mînaka vê yekê jî di wan demên dawî de bi taybetî dema amade kirina proje bûdceya fedralî de bo me eşkere bû, me karî bi yekrêzî maf û destkeftên herêma Kurdistanê di proje bûdceya fedralî ya 2021an de biparêzin.

Barzanî di beşeke din ji gotinên xwe de balkêşande ser pêkhatiyên Kurdistanê û ragihand ku Kurdistan di warê civakî, xebat û bihevre jiyana aştiyane welateke zengîne, lewre lazime destûrek were amadekirin ku ev têştên han dabîn bike.

Nabe em nêrîn û ramanên aliyekê bikin bingeh bo destûrê, lazime destûra han nuneratiya tevahiya xelkê Kurdistanê bike.

Top