• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hunermendên kurd li ser Şengalê çi dibêjin?

Gulan Media August 23, 2014 Hunerî
Hunermendên kurd li ser Şengalê çi dibêjin?

Roj derbas nabe ku li çendîn bajarên Ewropayê bi hezaran Kurd ne li qadan bin. Ew êrişên DAIŞê li hemberî Kurdistanê û bi taybetî herêma Şengalê şermezar dikin û daxwaza arîkariya derbiderên Şengalê dikin. Li ser torên civakî nîqaşên gurr derbarê Kurdistanê û rewşa Şengalê de tên meşandin, çapemeniya cihanê van rojan tijî ye bi nûçe û analîzên li ser Başûrê Kurdistanê û rewşa Êzdiyên niha pirranî derbider. Me li nêrîna gellek hunermendên kurd jî pirsî, ka ew li ser van bûyerên dawî li Başûrê Kurdistanê qewimî çi difikirin. Nêrîn û peyamên çendekên wan em bi xwendevanên Rûdawê re parve dikin.


Armanc:


Piştî dagîrkirina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, hêzên kurdî divê texmîn bikrana ku wê DAIŞ êrişî deverên Kurdan bike, lê mixabin ew kêmasiyek bû. Helbet birîna giran, ku kesên di êrişê de rû bi rû ligel mane, ya gelê me yên Êzdî ye, jixwe ji berê ve dilşikandî ne û gellek bûyer bi ser wan de hatine. Vê bûyerê bêhtir bêbawerî û xemgîniyeke hîn mezintir xiste dilê wan, çareserkirina wê gellekî zehmet e û giran e. Lê ev hevpeymaniya di navbera hêzên kurdî de moralekî gellekî mezin e û em hêvîdar in ku berdewam bike.
Ji dewletên biyanî alîkarî û pêşniyarên erênî pêwîst in lê ew tenê ne bes e, divê ku em beriya her tiştî bi hêzên xwe û bi qiweta xwe bawer bin. Lewma tenê bi çalakiyan, an ji alîkariyên aborî ev pirsgirêk çareser nabe, giring e ciwanên kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê seferberî û netewî beşdarî parastina xaka xwe bibin.


Bedîl:

Ev komkujiya ku li ser gelê me yê li Şengalê de ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin, ez şermezar dikim û bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê, bi taybetî yên Şengalê, ditewînim. Ev komkujiya ku li Şengalê hate kirin di dîrokê de nehatiye kirin. Ev çawa dibe ku serê mirovan jêbikin û li ber çavê zarokan bav û birayên wan bikujin û dest bavêjin namûsa dayîk û xwişkên wan û wan bibin bazarên Ereban. Bi sedan mirovên bêguneh, ji ber ku Êzdî ne, Mesîhî ne, Şiî ne û Kakayî ne, wan kom dikin û gulleyan berdidin serê wan. Divê her Kurdek li erkên xwe yên netewî xwedî derkeve û Kurdistanê ji gemarên wek DAIŞê paqij bikin û divê Kurd û hikûmeta Herêma Kurdistanê li xelkê Şengalê yê ku koçber bûne xwedî derkevin û wan bajar û gundên ku xerab bûyî zû ava bikin, ji bo ku xelk vegerê cih, war û ziyaretên bav û kalên xwe.


Hesen Şerîf:


“Zorî û sitem sal û zeman, derbas bûn 73 ferman! Kes nekarî me wenda kit, me parastin ol û ziman!” Dilê min îro gellekî birîndar e û gellek xembar im bi vê karesat û çama reş a bi ser gelê me yê Êzdî de hatiye ku rastî derbederî û komkujî, talankirin û malwêranî, revandin û windabûnê hatine! Birîneke kûr û gellekî dijwar e! Lê min divê ji bo xwişk û birayên xwe yên Êzdî bêjim ku Kurd, Kurdistan û hemî cihana mirovdost û mirovperwer îro hevsoz û xemxwerên we ne û xembar in ligel we. Ez pirr bi hêvî me ku heyfa Şengal û Êzîdxanê li erdê namîne û Şengal wê bê rizgarkirin û tola şehîdan û derbederiyan wê ji çavên dijminan were derxistin û serkeftin û serfirazî her ji bo gelê me be û Çiyayê Şengalê û Êzîdxanê her wê bimîne serbilind û serfiraz û xweragir!


Leyla Xan:


Ez gellekî kêfxweş û serbilind im ku hêzen peşmerge û gerîlla bi hev re ji bo gelê me şer dikin. Ev giring e ji bo gelê Kurd û Kurdistanê, ji bo dîroka Kurdistanê. Rast e, li Kurdistanê niha şer e lê em hêvî dikin ku hêzên me herdem yek bin û destê hev bigirin û ne tenê ji bo Şengalê giring e lê herdem û ji bo tevahiya her çar parçeyên Kurdistanê. Dilê me gellekî dişewite, ji ber ku gellek xelk û zarokên me hatin kuştin û herwiha gerîllayên me û pêşmergeyên me şehîd ketin. Lê gava em dibînin ku hêzên me li dijî zilm û zoriyê dest didin hev û bi çek û rextan li hemberî dijmin şer dikin, ev serbilindî ye û dilxweşî ye. Bijî yekîtiya hêzên Kurd û Kurdistanê. Şehîdên me rûmeta me ne. Ez hemû slav û rêzên xwe ji bo gerîllayên me û pêşmergeyên me dişinim û bejna xwe ji bo wan ditewînim.


Brader:


Gelî Kurdistaniyan. Saddamê dîktator bi hemû alavên şer yên giran nikarîbû zora pêşmergeyan bibe. Dewleta tirk bi hemû awayên şerê qirêj nikaribû zora gerîlla bibe. Çeteyên DAIŞê eger car caran bi pêş bikevin jî, aqûbeta wan wê her ya Saddam û aligirên wan be. Morala xwe xerab nekin. Çiyayên Kurdistanê û gelê me li pişta me ne. Yekîtiya me hebê bes e. YPG û pêşmerge mil dane hev. Ev mizgîniyeke xêrê ye.


Xelîl Xemgîn:


Divê fitne ji nav ragihandinê rabe, ev ne dema şerê partiyan e û pesindana hînek bêjeran e. Ez dibêjim nêrîn û fîtne û fesadiya Rûdaw TV hema bes e! Têra sed Şengal û hemû Kurdistanê heye!!!! Pêşniyara min ji we re; Bila karmendên we, yên ku ji nava têkoşîna gelê kurd bazdane û li cem Davutoglu bûne xwedî kar û mehane, bila biçin ji Davutoglu nêrînên midûrê Rudawê yê rast (Ahmet Davutoğlu) bistînin! .... malî ava, sipas ji bo serlêdana we.


Nîzamettîn Ariç:


Divê Êzdî li ser vê yekê bisekinin ka çima ji cih û warên xwe derdikevin, çima Êzdiyên Bakur ji gundên xwe derketin. Divê Elewî û Êzdî cihê wan di nav Kurdistanê de hebe, wek Kurdên Misilman. Êzdî ne tenê ol e, kultûra me Kurdan e, bingeha me ye, beriya ku em bibin Mislman û Fileh. Çima em xwe dûrî esasa kurdiyetiya xwe dixin, em av û nanê wan naxwin, ev ne tiştekî normal e ku Kurd birayê xwe û xwişkên xwe yên Êzdî dikuje di bin siya Îslamê de. Ev fermana 73yê ye, lê ya vê carê bêhtir ecêb bû. Ne ku DAIŞ dijminê me ye, em bi xwe dijminê hev in. Bes e ji vî fikirê ezî re, bi kurdiyetiya xwe bifikirin, dev ji berjewendiyên siyasî û şexsî berdin. Axa Kurdistanê pîroz e, xwe nas bikin, bes e nezanîbûn û dive Êzdî hêzeke wan hebe, bi xwe xwe biparêze. Ne xem e ku girêdayê kîjan alî be, ya giring ku Kurd bin.


Beytocan:


Ez dibêjim divê Kurd bifikire ku dijminên me gellek in. DAIŞ ne di nav van dijminan de ye, ji ber ku DAIŞ çek e û çek bi xwe nabe dijmin, dijmin çekdar e. Êzdî hindik in, tenê ku bi xwe xwedî hêzek bin, wê nikaribin xwe biparêzin, divê yekîtiyek bê avakirin û tevahiya Kurdên me tê de bin û Êzdî di nav de bin. Naxwe xelasiya me ti kesî tine ye, eger bi serê xwe be. Divê Êzdî xwe dûrî hestên netewî nekin, Êzdayetî ol e, lê Kurdayetî netew e.


Evîna Welat:


Bi rastî ez bi dilxemgînî dibêjim û bi dilêşekê dibêjim wê kengî dawiya fermanên li hemberî me bê? Ma nema qeder li me dizîvire u ronahiyê bi ser me de tîne? Em jî wek ewqas kes dixwazin bêhna azadiyê bêhn bikin. Em li pişta gelê xwe ne, em tev pêşmerge ne û canfêdayên welatê xwe ne. Tim û hertim yekîtî u biratî wê me hildin jor. Welatê me wê geş bibe û xweş bibe bi hildana ala Kurdistanê.

Rudaw
Top