Erdogan û Mattis li Enqere civiyan
Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê James Mattîs, piştî serdana xwe ya Bexda û Hewlêrê, li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re hat ba hev.
Li gor çavkaniyên Serokomariya Tirkiyê, di hevdîtina aliyan de, şerê dijî DAIŞ, deverên aram yên Sûriyê û piştevaniya Amerîka bo PYD hatiye rojevê.
Hat destnîşankirin, Erdogan gotiye hebûna PKK li Qendîl û Şengalê naye qebûlkirin û nerazîbûna Tirkiyê bo piştevaniya ku Amerîka dide PYD û YPG nîşan daye. Her weha hatiye xwestin, deverên ji DAIŞ tên paqijkirin, radestî xelkê deverê bên kirin.
Her weha aliyan girîngiya endamtiya Tirkiye bo NATO aniye ziman û balkişandine ser hevpeymaniya her du welatan.
Di hevdîtinê de Erdogan girîngiya ku Tirkiye dide, yekparçeyiya Iraqê jî aniye ziman.
Di medyaya Tirkiye de tê ziman ku, Erdogan rexne li siyaseta Amerika li Rojhilata Navîn û bi taybetî ya Suriye de girtiye, lê bersîva Mattis û dîtinên Mattis çi bûn e, nanivîse.
K24