• Saturday, 18 May 2024
logo

“Werzê Kerkeden” ê Behmen Qubadî amade ye

Gulan Media November 13, 2011 Hunerî
“Werzê Kerkeden” ê Behmen Qubadî amade ye
Montaja 6emîn fîlmê sînemayê yê derhênerê navdar ê kurd Behmen Qubadî bi navê “Werzê Kerkeden” bi dawî hat û di demeke nêz de dê karên wê yên din ên hunerî biqedin.

Li gorî daxuyaniya beşa ragihandina berhemanîna fîlmê, montaja fîlmê ji hêla montêrê navdar ê Almanyayê Franseca Beralij hatiye kirin.

Fîlmê Werzê Kerkeden, behsa jiyan û serhatiyên helbestvanekî navdar ê Îranê dike bê çawa di jiyana xwe ya taybet de, çîrokên evîndariya xwe zindî dike, lîstikvanê navdar ê Îranê Behroz Wisûqî jî rolê wî helbestvanî dilîze.

Çend lîstikvanên din ên navdar ên tirk, îtalî, kurd û îranî tê de dilîzin, ji wan Monica Bellucci, Yılmaz Erdoğan, Bîran Sat û Bêlgîndo.

Berî niha, Behmen Qubadî gotibû ku fîlmê Werzê Kerkeden, çîrokeke romansî amancdar e, li ser jiyana helbestvanekî îranî ye û gelek mijarên taybet li ser civaka Îran û navçeyê vedibêje.

AKnews
Top