• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Deşta Geverê dema berhevkirina giyayê baharî destpê kir

Li Deşta Geverê dema berhevkirina giyayê baharî destpê kir
Li deşta navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê pancarçinan jî dest bi komkirina pancarên curbicur kirin.

Bihar yek ji werzên herî xweş e li Kurdistanê, îsal jî ligel hatina biharê gellek dîmenên xweş ên çiya û deştên Kurdistanê têne belav kirin. Yek ji cihên ku biharê bi dîmenên xwe yên rengîn bala xelkê dikşîne navçeya Gever a Colemêrgê ye. Li deşta Geverê û devrûberê wê êdî pancarçin jî dest bi komkirina pancarên curbicur dikin geştyar jî ji bo dîtina xemla wê ya ciwan diçin navçeyê.

Li quntara çiyayên Çîlo, Sat û Çarçelayê deşte Geverê ligel destpêka biharê dîsa kirasê xwe yê beheştî li xwe kiriye. Ew deşt bi hemû bedevî û ciwaniya xwe di van rojane de bo dehan pancarçina jî bûye deriyekî dahatê.

Hemwelatîyek dibêje: “Em tên sîrikan dibin û hûr dikin û dixin nav penîrê xwe. Piştî şeş mehan em penîrên xwe derdixin. Giyayên deştê gellek baş in û li vê heremê ji bo sûda giyayên deştê zêde nexweşî jî belav nabin.”

Li aliyekî deştê zarok bi dilê xwe yarîyan dikin, li aliyê din jin û keçên Geverê jî hem ji tama deştê têr dibin hem jî ji bo şîva êvarî pancara xwe berhev dikin.

Hemwelatîyek din jî dibêje: “Em ji penîrên xwe sîrîkan kom dikin. Deşta me gellek xweş e. Hem ji bo geriyan û keyfê hem jî ji bo komkirin pancaran em tên deştê.”

Hemwelatîyek din jî anî ziman: “Berf niha li deştê rabû, piştî berf radibe em tên deştê ji bo komkirina pancaran. Weke dibînin aliyekî deştê çiyayên bilind û aliyekî kulîlkên sor û zer in. Deşta me gellek xweş e.”

Deşta Geverê rûbere wê 2991 kîlometre ye û bilindahiya wê ji deryayê 1950 kîlometre ye. Deşta Geverê yek ji deşta herî bilind a Bakurê kurdistanê ye. Li bilindayiyên deştê 12 meh berf dimîne û çiyayên cemedî hene.

Rudaw
Top