• Tuesday, 16 April 2024
logo

Xwendekarê Kurd di olîmpiyada zimanê Rûsî de bû yekemîn

Xwendekarê Kurd di olîmpiyada zimanê Rûsî de bû yekemîn
Renwar Xelîl, xwendekarê ji Başûrê Kurdistanê di warê zanîna zimanê Rûsî de ji nava hemû xwendekarên ji Rojhilata Navîn, ku li Zankoyên Rûsyayê dixwînin ciyê yekemîn, û ji nava xwendekarên ji 147 dewletan jî, ciyê çaremîn girt.

Wezareta Perwerdehî ya Rûsyayê encamên Online - Olîmpiyada Navneteweyî ya ser zimanê Rûsî aşkere kir.

Xwendekarê kurd ji bajarê Ranyayê ya ji Başûrê Kurdistanê, ku li pola 2-mîn a Zankoya Pizişkî ya li bajarê Yaroslavê dixwîne, piştî sê qonaxên olîmpiyadê asta herî bilind bi dest ve anî.

Olîmpiyada Zimanê Rûsî îsal bi awayekî online birêve çû û ji 147 dewletan 9500 xwendekr lê beşdarî kirin.

Piştî du qonaxên pêşîn, ji 80 dewletan tenê 940 xwendekar derketin fînalê.

Li gorî encamên dawî, ku ji aliya Wezareta Perwerdeyî ya Rûsyayê ve hat belavkirin, Renwar Xelîl di nava xwendekarên ji dewletên Rojhilata Navîn ciyê yekemîn girt. Û di nava tevaya xwendekaran de, ku ji komarên sovyetê berê jî tê de ne jî, bû çaremîn.

Balkêşe ku tenê sê xwendekarên ji Kazakistan û Qirqizistanê, ku li welatê wan zimanê Rûsî zimanekî fermî ye, tenê 2 xal ji Renwar Xelîl zêde bi dest ve anîne.

Beşdarên olîmpiaydê diviyabû di warê dîrok, kultur, erdnîgarî, wêje û zimanê Rûsî de berhemdariya xwe nîşan bidin.

Renwar Xelîl kêfxweşiya xwe bi Rûdawê re parve kir û da zanîn, ku rêveberiya Zankoya Yaroslavê, ku ew tê de dixwîne, ji serkeftina wî şok bûne û amadekariya rêûresmeke taybet dikin, ku ji navê Zankoyê xelatekî taybet pêşkêşî wî bikin.

Rênwer li ser zehmetiya olîmpiyadê, û şabûna xwe weha anî ziman: “Olîmpiyad pir zehmet bû. Pirsiyar ji aliya mamosteyên zankoyan ve bi awayekî online, rû bi rû dihat dayîn û tu derfeta sûdwergirtina ji jêderên din tunebû. Ji xwe eger kesekî hewil bida ku sûd ji înternetê werbigre, yekser ji olîmpiyadê dihat avêtin. Ez ji encaman pir sanazim. Heta xwendekarên rûs ên ku bi min re dixwînin jî, hesûdî bi min dikin. Mamostayên min jî gelek kêxweş in. Ew dibêjin, tu serbilindiya me yî. Êdî li Zankoyê her kes min weke kurdekî herî zêrek nas dikin.”

Ji ber ku Rênwar ji bo beşdarîkirina di olîmpiyadê de xwe bi awayekî online tomar kiribû, rêveberiya Zankoyê tenê piştî belavkirina encamên olîmpiyadê ji aliya Wezareta Perwerdeyî ve, hay ji serkeftina wî bûye.

Renwar Xelîl 21 salî ye û sala 2018 hatiye Rûsyayê, li bajarê Yaroslavê li Zankoya Pizişkî ya Dewletê dest bi perwerdehiyê kiriye. Salekî amadeyî xwendiye û niha di pola 2-mîn de ye. Piştî 5 salan ewê dê dîplomaya Pizîşkê Zarokan werbigre.

Olimpiyada zimanê Rûsî di nava biyaniyan de ji aliya Wezareta Perwerdeyî ya Rûsyayê ve ji sala 2019 ve tê lidar xistin. Armanc, bilindkirina qualiteya perwerdeya zimanê Rûsî li derveyî welat e.

Olîmpiyad di sê qonaxê de birêve diçe. Îsal qonaxa pêşîn bi awayekî online meha Çileyê, qonaxa duyem meha Sibatê birêve çû.

Qonaxa dawî jî meha Adarê li Pirtukxaneya Serokkomarî ya ser navê Borîs Yetsen (serokê berê yê Rûsyayê) hate lidarxistin.

Zimanê rûs li cîhanê yek ji heşt zimanên herî belavbûyî ye. Îro li tevaya cîhanê 258 mîlyon kes bi zimanê Rûsî diaxivin. Li înternetê zimanê Rûsî ciyê duyemîn digre.

Rudaw
Top