• Friday, 19 April 2024
logo

Li Laliş dest bi çêkirina zeyta zeytûnan hat kirin

Li Laliş dest bi çêkirina zeyta zeytûnan hat kirin
Li perestgeha Laliş li devera Şêxan ya Duhokê dest bi çêkirina zeyta (rûn) zeytûnan hat kirin.

Berdevkê perestgeha Laliş, Loqman Silêman ji BasNewsê re got, îro bi amadebûna baba şêx, nûnerên mîrê êzîdiyan û xizmetkarên Lalişê dest bi çêkirina zeyta zeytûan hat kirin.

Loqman Silêman her wiha got, li Lalişê zêdetirî 700 darên zeytûnan hene. Piştî ku zeytûnên wan hat komkirin, dest bi girtina zeyta wan tê kirin.

Wî berpirsê Lalişê da zanîn, zeyta zeytûnê bo vêxistina çirayên Lalişê tê bikaranîn. Li Lalişê 366 çira hene û hemû jî bi zeyta zeytûnê tê vêxistin.

Basnews
Top