• Tuesday, 23 April 2024
logo

Rêya Gola Masiyan piştî 6 mehan hat vekirin

Gulan Media April 20, 2021 Corane
Rêya Gola Masiyan piştî 6 mehan hat vekirin
Tîmên Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Agiriyê berfa ku sitûriya wê cih cihan ji 6 metreyî derbas dibû paqij kirin û di 10 rojan de rêya Gola Masiyan û ya gundên dorûberê wê ku 6 meh e girtî ne vekirin.

Li navçeya Avkevir a Agirî li Bakurê Kurdistanê ku zivistana wê dijwar e, rêya gundê Tanyolu û ya Adakentê û herwiha rêya devera Gola Masiyan ku 4 mezre lê ne, ji ber şertên neyînî yên hewa û erdnîgariyê 6 meh girtî man.

Ji bo vekirina rêya ku zivistanê şertên demsalê derfet neda ku were vekirin, bi hatina biharê re ekîban dest û mil badan û dest bi xebatê kirin.

Ekîban li erdnîgariya dijwar û asê ligel bagarê û metirsiya aşûtê bênavber xebitîn û berfa ku sitûriya wê cih cihan ji 6 metreyî derbas dibû avêtin û rê vekirin.

Ekîbên ku bi dozer û greyderan berf paqij kirin, bi xebata 10 rojan rêya 35 kîlometre dirêj a ku 6 meh girtî ma, vekir.

Bi hatina biharê û vebûna rê welatiyên ku zivistana xwe li Bazîd û Îdirê derbas dikin jî hêdî hêdî vedigerin.

Şêniyê gundekî deverê Îmdat Ozmen diyar kir ku zivistana herêmê dijwar e û ekîban bi xebateke bi zehmet rê vekir.

Rudaw
Top