• Saturday, 04 May 2024
logo

PDK: Em li ser komîta 21 kesî li gel aliyên siyasî rênekeftine

PDK: Em li ser komîta 21 kesî li gel aliyên siyasî rênekeftine

Serokê firekesyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê red dike ku ew bi ti şêweyekî li gel aliyên siyasiyên din di nav parlemento de rêkeftibin derbarê komîteya 21 kesî ya amadekirina destûr û ragihand ku mafê hemî aliyên siyasî di wê komîtê de heye nabe aliyek bê ji bîr kirin.

Serokê firekesyona (PDK)ê di Parlementoya Kurdistanê de “Omîd Xoşnaw” ragihand ku, ew tiştê ku derbarê rêkeftinê di navbera aliyên siyasî derbarê komîta 21 kesî bi şêweyê sîstema “Santlîgo” yek car ne raste û rêkeftin ne hatye kirin û ti îmze di navbera PDKê û aliyên din de nehatiye kirin û got jî: “Ev pirs ne bi pirbûna kursiyên parlemento ye, ji ber ev pirsek niştimaniye û sazkirina destûr pêwîstiya wê bi hemî aliyên siyasî heye û çênabe ti alî bên dûrxistin”

Herwiha amaje bi wê jî kir ku, birayrên takrewane qebûl nakin û di dema niha de bandorek xirab li Kurdistanê dike û em pêwîstî hemî aliyên siyasî ne ji ber destûr milkê her kes, aliyê siyasî û hêzên kurdistanê ye.

Rudaw
Top