• Saturday, 23 November 2024
logo

Parsekekî di pênc rojan de 4 milyon kom kirin

Parsekekî di pênc rojan de 4 milyon kom kirin
Hat ragehandin ku parsekekî li ser navê Kurdên Bakurê Kurdistanê di hundirê 5 rojan de 4 milyon dînar kom kirine.

Rêveberê Polîsên Şaristanî yên Hewlêrê, Fexredîn Nûrî ji BasNewsê re got ku wî kesî di hundirê 5 rojan de hewqas pere kom kirine, hemû kirine lîreyên Tirkî û li ser navê hevwelatiyên Bakurê Kurdistanê parsekî kiriye.

Fexredîn Nûrî wha axifî: ‘‘Yek ji sedema ku rê li parsê nayê girtin vedigere ser wêya ku xelk bi awayekî berdewam hevkariya parsekan dikin. Loma nehiştina vê diyardeyê hinekî zehmet e.’‘

Hêjayê gotinê ye niha li nav bazar û cihên giştî yên bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê gelek parsek tên dîtin û bûye wek diyardeyekê. Herçiqas hatiye qedexekirin jî lê parskirin her berdewam e.

Gelek ji wan ku ji derdora Mûsil û deverên din ên İraqê hatine li ser navê Kurdên Rojavayê Kurdistanê yan jî Bakur parsê dikin û vêna jî wiha kiriye ku bêzariyek di nav hevwelatiyan de çêbibe.

Basnews
Top